NATO nebe artêşa Tirk nîne

În 27 Gulan 2022 - 21:27

  • Nûrî Mehmûd: Ne endama NATO´yê be, nikare şerekî di vê astê de bike. Artêşa Tirk hatiye ber hilweşînê. Jixwe hemû di destê şirketên taybet de ye. Heger dewleta Tirk êrişekê bike, ev êriş wê bi desteka eşkere yan jî veşartî ya hêzên navneteweyî be.

ERKAN GÜLBAHÇE

Dewleta Tirk û serokkomarê wê Tayyip Erdogan niha sûdê ji konjuktura navneteweyî digirin û xwe amade dikin ji êrişeke dagirkeriyê re ya li dijî erdên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber şerê li Ukraynayê, Rûsyayê hem qismek ji hêzên xwe vekişandin û hem jî Sûrî ji bo wê êdî li paş e.  Erdogan jî ji ber namzetiya endametiya NATO´yê ya Swêd û Fînlandiyayê, niha bazarê di ser tinekirina destketiyên Kurdan re dike. Erdogan ji niha ve nîşanên wê yekê eşkere kirin ku ew dixwaze erdên Rêveberiya Xweser dagir bike. 

Em li ser gefên Erdoganî, hewldana muhtemel a dagirkeriyê, berxwedana beramberî wê, amadekariyan û konjuktura navneteweyî wê destûra dagirkeriyê bide yan na, bi berdevkê YPG´ê Nûrî Mehmûd re peyivîn.  

Li ser îhtîmala êrişeke dagirkeriyê, piştî gefxwarina Erdoganî, Nûrî Mehmûd got, "Armanca Erdogan ne 30 kîlometro ne. Armanca wî sînorên Misaqî Millî ne. Piştî wî jî dixwaze Împaretoriya Osmanî ya hilweşiyayê, bi navê Împaretoriya Erdoganî zindî bike. Dagirkirina heta bi 30 kîlometroyan a erdên rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dibe ku weke gava pêşî bibînin. Gava ku bi DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst re jî tevdigeriya armanca wan ew bû ku xwe bigihînin hedefên Mîsaqî Millî. Bêguman pîlana Erdogan bi Şoreşa Rojava û berxwedana wê hat pûçkirin."

Li gorî wî ji nû ve kirina rojevê ya dagirkeriyê, elaqedarî pêsîrtengiya desthilata wê ya li nava Tirkiyeyê ye: "Hikûmeta AKP-MHP´ê ya bi birêveberiya Erdoganî, li nava Tirkiyeyê ketiye nav krîzên mezin ên aborî û siyasî, li derve jî ketiye nav krîzeke mezin a dîplomatîk. Ji ber vê dixwaze bi rewşa awarte welêt bi rê ve bibe û li derve jî bi krîzên ku wê ava bike, xwe sax bihêle. Yanî ji bo ku behsa krîz û pirsgirêkan neyî kirin, divê li welêt sereqet şer hebe. Armanc ew e ku bi van krîzên çêkirî, rejîma xwe ji hilbijartinan re amade bike. 

Ji ber ku em dizanin ji bilî şerî, ti rê li ber Erdogan nemane, em gefên dagirkirina Bakur û rojhilatê Sûrî cidî dibînin. Lê belê berxwedana me wê diyar bike, ka Erdogan wê bi ser keve yan na. Di şerên Rojava, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de em bûn xwedî tecrûbeyên girîng. Vê carê wê weke Rojava, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nebe."

Armanc tinekirina Şoreşa Rojava ye

Nûrî Mehmûd got, gava Erdogan gefan dixwe, pîlaneke wî heye, aktîfbûna DAIŞ´ê jî di vê çarçoveyê de nirxand û wiha peyivî: "Nexasim li Kampa Holê tevgereke mezin heye. Dixwazin li vir tevlîheviyekê çêkin û DAIŞ´ê ji nû ve zindî bikin Erdogan bi gef û êrişan muxalifên xwe li nava Tirkiyeyê bêdeng bike û bi aktîfkirina DAIŞ´ê jî dixwaze ji bo hewldana dagirkeriyê hincetan çêke."  

Nûrî Mehmûd dibêje, dewleta Tirk ji şerê Rûsya û Ukraynayê îstîfade dike, ji helwêsta beramberî Îranê ya welatên rojavayî jî weke endama NATO´yê îstîfade dike û wiha dewam dike: “Bi vê hêzê hewl dide destketiyên gelê Kurd, Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji holê rake." 

Em ji bo bergiriyê hazir in 

Ji bo amadekariyên beramberê êrişeke muhtemel a dagirkeriyê jî ew dibêje, "Rojava bi temamê saziyên xwe xwe amade dike ku destketiyên xwe biparêze. Di vî warî de îdîaya me mezin e. Rojava peyama parastina destketiyên xwe li dijî Tirkiyeyê bi tevlîbûna tevahiya saziyên, dide her aliyî. Em dixwazin bibêjin, em ê li ber her êrişa li dijî destketiyên me, heta dawiyê li ber xwe bidin û hêza me heye ku em vê berxwedanê bikin."

Êriş dewam bikin peyman namîne

Ji ber ku Erdogan dixwaze pêşî navçeyên bi temamî Kurd dagir bike, berdevkê YPG´ê Nûrî Mehmûd dibêje, "Ev dever, cihên berxwedan lê herî xurt e. Şoreşa Rojava li ser bingehê paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan li van deveran bi pêş ket. Sedem ku weke gava pêşî Erdogan dixwaze van deveran dagir bike, ew e ku ev dever bi temamî ji Kurdan pêk tên. Armanc ew e ku demografiya van deveran biguherîne. Heta Kurdan qetl bike û wan deveran bi mirovên girêdayî xwe dagire. 

Ji bo şer neqewime me hêzên xwe yên YPG´ê vekişandin. Lê ji bo her êrişa muhtemel, em amade ne. Êriş bibe, planên vegera cihên wan ên berê amade ne. Ji bo şer neqewime, berê hin peyman hatin mohrkirin. Lê Tirkiye van peymanan binpê dike. Her roj welatiyên me bi balefirên bipêşketî yên NATO´yê bombebaran dike, çi leşkerî, çi sivîl û çi zarok, mirovên me qetil dike. Êrişên Tirkiyeyê peyman bêmane kiriye. Ev êriş wiha dewam bikin, peyman wê bi temamî ji holê rabe. Em ê hêzên xwe yên ku ji bo şer neqewime, me vekişandin, ji nû ve vegerînin her deverê. Jixwe heger biqewime, me tevahiya amadekariyên xwe ji bo vê kirine. Ji bo parastina şoreşê, em ê bê dudilî tevahiya wezîfeyên xwe bi cih bînin. “

Nûrî Mehmûd balê dibe ser konjuktura navneteweyî û dibêje, bêyî destûra Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Rûsyayê nikare şerekî dagirkeriyê bimeşîne û wiha dipeyive: "Hêza berê ya artêşa Tirk nîne. Ne endama NATO´yê be, nikare şerekî di vê astê de bike. Artêşa Tirk hatiye ber hilweşînê. Jixwe hemû di destê şirketên taybet de ye. Jixwe hemû leşkerên bi meaş in. Gelek leşkerên wê tên kuştin, eşkere jî nake. Axir, destek û destûra hêzên navneteweyî nebe, ne mumkin e.Heger dewleta Tirk êrişekê bike, ev êriş wê bi desteka eşkere yan jî veşartî ya hêzên navneteweyî be. Lê halê hazir ya xuya ew e ku hêzên navneteweyî yên li deverê, li dijî êrişeke dewleta Tirk xuya dikin."

Berdevkê YPG´ê Nûrî Mehmûd got, peywendiya rojane ya hêzên wan bi hêzên navneteweyî re heye, lê ew esas bi hêza xwe baweriya xwe tînin: "Piştî tecrûbeyên Efrîn, Serêkaniyê ve Girê Spî em bêhtir bi hêza xwe baweriya xwe tînin. Hevdîtinên me beramberî êrişên Tirkiyeyê hene. Lê em esas tevî her tiştî, tevdîrên xwe digirin. 

Herçî Emerîka û Rûsya ne, ji bo peymana bi Tirkiyeyê re garantor in. Em dibêjin, divê welatên garantor ya dikeve ser milê xwe jî bi cih bînin."

Ji bo êrişeke muhtemel a li dijî Şehbayê jî Nûrî Mehmûd dibêje, "Xelkê me yê ji Efrînê bi darê zorê kirin der, li Şehbayê dimîne. Beriya her tiştî baweriyê bi hêza xwe tînin. Di vê çarçoveyê de em bawer nakin ku ti hêz me biparêze. Em ê xwe biparêzin. Dîsa jî em baş dizanin, dewlet ji ber berjewendiyên xwe destekê nedin me jî, miletên dinyayê hemû li cem me cihê xwe digirin."

Em bi sîlehên xwe gelê xwe diparêzin

Nûrî Mehmûd bi bîr xist ku koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê, ti sîlehên giran nedane wan û sîlehên dane wan jî bi zorê têra şerê li dijî DAIŞ´ê kirine. Di dewamê de wî got, "Ji ber wê yekê, miletê me bi keda xwe sîlehên me hemû ji bo me dabîn kirine. Em ê sîlehên xwe ji bo parastina xwe lazim bibe li dijî DAIŞ´ê û lazim bibe jî li dijî dagirkeran bi kar bînin." 

Berdevkê YPG´ê Nûrî Mehmûd îşaret bi çanda piştgiriyê ya li Kurdistanê kir, mînakên destwerdan li Şengalê ya hêzên YPG´ê da û got, "rejîma faşîst a serokatiya Erdogan, çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe weke astengiyê dibîne. Ji ber wê yekîtiya Kurdan û civiyana wan li dora armancekê gelekî muhim e. Ji bilî PDK´ê, tevahiya hêzên mayî yên Kurdistanê bi heman hisan tevdigerin. PDK xwe li derveyî vê yekîtiyê dibîne. Gelê me dixwaze PDK tavilê tev li vê yekîtiyê bibe. Em jî bi vê daxwaza miletê xwe re ne. 

Ji bilî PDK´ê em ji helwêsta Kurdên Başûr razî ne. Tenê PDK li cem Tirkiyeyê cihê xwe digire yan jî beramberî tiştên Tirkiye dike bêdeng e."

Dîsa ruhê Kobanê divê bide der

Berdevkê YPG´ê Nûrî Mehmûd herî dawî îşaret bi ruhê berxwedana Kobanê ya yekîtiya Kurdan dike û dibêje, "Niha pêvajoyeke welê heye, dibe ku em destketiyên mezin misoger bikin. Gelê Kurd divê ruhê yekîtî û serhildanê yê pêvajoya Kobanê di dema êrişeke muhtemel a dagirkeriyê de dîsa nîşan bide. Niha têkoşîna miletê Kurd a man û nemanê ye. Çawa ku em dikarin gelekî mezin bi ser kevin, tehlûke heye ku em gelekî mezin bi bin jî bikevin. Dewleta Tirk dixwaze hebûna miletê Kurd tine bike. Ji ber wê li seranserê dinyayê, Kurd divê xwe bi Şoreşa Kurdistanê bi rêxistin bikin. Li her cihê lê bila dora Şoreşa Rojava û ya Kurdistanê bibin xelke û hev bigirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.