Nan û av jî zehmet dibe

Sêşem 2 Gulan 2023 - 15:40

XEYS ŞEMSEDÎN / ANHA / ŞEHBA

Ji ber dorpêça zêdetirî 9 mehan a li ser kantona Şehbayê, sotemenî tine ye, xebatên xizmetguzariyê û bi taybetî jenerator hatin sekinandin. Ji ber wê yekê, di warê jiyanî de gelek pirsgirêk derketine holê.
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya kantona Efrîn û Şehbayê di 27′ê Nîsanê de ragihandibû ku ji ber nebûna sotemeniyê, ew saetên dayîna elektrîkê û avê kêm dikin. Piştî wê bi rojekê elektrîk bi temamî hate qutkirin.
Di dema serweriya çeteyan a li herêmê de pirraniya xetên elektrîkê xirab bûn. Ji lewre ji bo bidestxistina elektrîkê, li gundan û kampên koçberan ên li herêmê 76 jeneratorên bi mazotê, hatine danîn.
Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo têkildarî mijarê ji ajansa me re got, êdî dorpêç xeter e li ser jiyana welatiyên li herêmê û dibe ku di dema pêş de dayîna avê û xebatên firinan bên sekinandin.

Xeter li ser tenduristiyê heye

Li gorî Şêxo, heke dorpêç bidome, 174 erebeyên ku ava vexwarinê didin xelkê jî wê nikaribin xizmetê bikin.
Ji ber tinebûna sotemeniyê jî erebeyên ku hefteyê du caran zibalê kom dikir, êdî hefteyê carekê kom dikin û karê wan jî dibe ku raweste. Ev yek jî bi havînê re, xetereyê li ser jîngeh û tenduristiyê çêdike û dibe ku di nava şêniyan de nexweşî belav bibin.
Şêxo got, wan heta niha dest bi bi pêkanîna projeyên 2023`yan nekiriye. Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ji bo başkirina rewşa xizmetguzariyê li kantonê, gelek proje plan kiribûn; kolana bîrên avê, sererastkirina kolanên xirabe, sererastkirina kanalîzasyonan û zêdekirina jeneratorên bi mazotê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.