Namzetên Sêrt û Dêrikê: Qeyûmî qereqolî ye

În 15 Adar 2024 - 00:36

Namzetên Hevşaredariya Gel ên Sêrt û Dêrikê yên DEM Partiyê bal birin ser dijminatiya qeyûman, şaredariya bi rêveberiya qeyûm weke ‘qereqol’ê bi nav kirin û gotin ew ê bi hêza gel şopên qeyûm ji nav xwe derînin.

Namzetê Hevşaredariya Gel ê Sêrtê, yê DEM Partiyê Mehmet Kaysî destnîşan kir ji roja ku qeyûm dest daniye ser şaredariyê û vir ve li şaredariyê tenê alîgirên AKP'ê hene, midûrê pênûsa taybet a qeyûm serokê berê yê AKP'ê yê bajêr e û got,’’ Polîs li şaredariyê têne tayînkirin. Çi karê polîs li şaredariyê heye? Desthilatdariya ku dest daniye ser îradeya vî gelî, şaredariyê bi rê ve dibe.’’

Şaredarî bi AKP’yiyan dagirtine

Kaysi her wiha diyar kir hemû personelên tevlî karê şaredariyê têne kirin alîgir û rêveberên AKP'ê ne û got,’’ Qeyûmê heyî namzetê AKP'ê yê ji bo şaredariyê ye. 8 sal in ji bilî dizîna çavkaniyên gel karek nekiriye. Gelê Sêrtê baş zane ku ew xizmetê nake. Mixabin desthilatdariya AKP'ê Sêrt bi pêncî salî bi paş ve biriye. Em vê nabêjin, gelê Sêrtê vê dibêje."

Şaredariyeke pirzimanî

Kaysi bi domdarî got ew ne partiya sîstemê ne, felsefe û feraseta xwe ji gel digirin û domand: ‘’Em hêza xwe ji gelê xwe werdigirin. Ji roja ku em hatin wezîfeyê û pê ve em ê bi gelê xwe re bixebitin. Sêrt bajarekî ji pir zimanî ye. Li Sêrtê feraseteke me ya şaredariyê ya ji sê zimanan hebû. Qeyûm ev polîtîkaya me ji holê rakir. Em ê feraseta xwe ya şaredariya pir zimanî vegerînin Sêrtê. Em ê girîngiyê bidin berhemên xwe yên li bajarê me Sêrtê şîn dibin û kooperatîfan ava bikin. Şaredariya Sêrtê veguherandine qereqolê. Beriya her tiştî em ê tevî gelê Sêrtê şaredariyê ji qeyûm rizgar bikin."

Ziyana qeyûm pirhêl e

Namzeta Hevşaredariya Gel a Dêrikê ya DEM Partiyê Songul Ozbahçecî diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê piştî ku qeyûm hatine tayînkirin, tevahî şaredarî kirine bin deynên giran, got,  “Divê texrîbatên ku qeyûm dikin piralî bên destgirtin.’’

Êrîşa li ser bedana jinê

Bahçeçî wiha domand: ‘’Li ser bedena jinê êrîşek cidî heye. Li vir hewl hat dayîn zîhniyeta tacîz û destdirêjiyê bê belavkirin. Ev rewş bi polîtîkayên bêcezahiştinê hat destekkirin û hewl hat dayîn bê rewakirin. Dixwazin ji bo ciwanan atmosferek tirsê û bêbaweriyê ava bikin. Pêwîst e polîtîkayên li ser ewlekariya jinê, cihê wan di jiyana civakî û aborî de û ji bo siberoja wan siyaset bên hilberandin.’’

Kooperatîfa zeytûnan

Ozbahçecî, anî ziman piştî hilbijartinê ew ê pêşî pirsgirêka ava vexwarinê li Dêrikê çareser bikin û wiha dom kir, “Projeyên gelek hevrêyên me bi tayîna qeyûman re nîvco man. Em ê van projeyan temam bikin. Her wiha em ê di nava şaredariyê de seraya zeytûnan çêbikin û li wir tenê jinan bidin xebitandin. Bi heman şêweyî dê kooperatîfek ji bo çêkirina zeytûnan bihata avakirin. Zeytûna Dêrikê berhemeke ku ji aliyê erdnîgarî ve hatiye qeydkirin e.’’

Ji bo  civakîkirina jinan

Ozbahçeçî her wiha got,’’Ji bo civakîkirina jinan ên ku li vir dijîn jî em ê projeyên xwe yên din bi cih bînin. Bê guman ji bo ciwanan projeyên me hene. Em armanc dikin ku cihên ku ciwan bikaribin xwe lê îfade bikin û xwe aîdê wir hîs bikin ava bikin.”

ANF/SÊRT/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.