Nahoko ya Japon li Semsûrê ye

Duşem 6 Adar 2023 - 16:19

Bîlançoya erdhejên navenda wan Bazarcixa Mereşê yên di 6´ê Sibatê, her diçe giran dibe. Di erdhejê de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û bi dehhezaran xanî hilweşiyan. Yek ji van bajaran jî Semsûr bû. Piştî erdhejê beriya dewleta Tirk dildaran xwe gihand hewara welatiyan. Bi avakirina konbajaran hewl tê dayîn jiyan bê avakirin. Yek ji van konbajaran jî  HDP, TJA û rêxistinên civaka sivîl bi hev re li Narlikuyu ya Semsûrê ava kirin.

Gelek dildar li konbajar ji bo piştevaniyê dixebitin. Yek ji van jî Nahoko Takato ya Japon e. Ew ji bo rêxistina SOS Japan li Başûrê Kurdistanê jî alîkariya penaberan dike. Ev 20 sal in ku ew di qada civaka sivîl de dixebite. Nahoko ji Başûrê Kurdistanê çûye Semsûrê û ji bo zarokan bername û workshopan dike.
 
Ez ji bo alîkariyê hatim 

Nahoko ku li Duhokê dijî bi Wezareta Perwerdeya Başûrê Kurdistanê re hatiye wir ji bo zarokan atolyeyan pêk tîne. Nahoko got; “Me agahiya erdhejê girt. Japonya jî cihê erdhejê ye. Ez ketim nava hewldanan. Di çarçoveya projeya dixebitîm de hatim vir. Di rewşên wisa de jin û zarok mexdûr dibin. Ji bo alîkariyê hatim vir.” 

Alîkariya derûnî girîng e

Nahoko anî ziman ku yekem car hatiye Semsûrê û li konbajar nêzî 80 zarokî hene û got: “Armanca min ev e ku ez zarokan kêfxweş bikim. Niha mezinan hîna ev bandor ji ser xwe neavêtiye. Piştî travmayên wisa alîkariya psîkolojik gelek girîng e. Divê xebatkarên civaka sivîl tevli pêvajoyê bibin. Divê bi mirovên vir re xebatên cur bi cur bên meşandin.”
 
Divê em li zarokan guhdarî bikin

Nahoko banga piştevaniyê kir û got; “Zarok li gorî mezinan zêdetir bi bandor dibin û ditirsin. Ji ber vê jî divê em li wan guhdar bikin, bi wan re biaxivin. Ev gelek girîng e. Ez ê piştevaniya xwe ya bi erdhejzedeyan re bidomînim.”

JINNEWS/SEMSÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.