Nahêle ava Firatê biherike

Sêşem 2 Adar 2021 - 01:47

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatî ya diherike Rojava kêm dike. Heger ev bi vî awayî dewam bike wê felaketeke mezin çêbibe. Ajansa ANHA'yê bi wêne û dîmen rewşa dawî ya çem şopand.

Li gorî Rêveberiya Bendava Tişrînê rêjeya ava ku diherike di çirkeyekê de ji 500 metrekûpî daketiye 200 metrekûpî. Beriya niha aliyên peywendîdar ên Bendava Tişrînê diyar kiribûn ku heger dewleta Tirk a dagirker rêjeya avê bi vî rengî kêm bike, dibe ku ava bendavê bisekine.

Li gorî raporan, ji dema ku dewleta Tirk asta ava çem di dawiya Çileya par de kêm kiriye, asta ava bendava Tişrînê 4 metre kêm kiriye.

Li hin deverên mîna gundên Boraz û Qemleq bi 300 metre av vekişiyaye û heta hin gundên ku di bin avê de bûn, xuya bûne.

ANHA/KOBANÊ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.