Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku divê li dijî êrişan muxalefet di xala hevpar a demokrasî û wijdanê de li hev bicive. Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î ku bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a dewleta Tirk hate berdan, ji ANF'ê re axivî.

Gergerlîoglû anî ziman ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi vê biryara xwe ya di warê binpêkirina mafê wî de ders daye Meclîsê û bi bîr xist ku Meclîs diviyabû sê mehan li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bima, lê belê bi lez wekîltiya wî betal kiriye û got: "Mirovê ku xistin zindanê kesek nîne, îradeya gelekî hate girtin. Piştî vê biryarê divê şerm bikin. Ez li şûna wî Serokê Meclîsê bûma ez ê li ber xwe biketama. Divê bêjin, 'Me biryara girtinê da, polîsan heqaret lê kir, lê dan. Ev mirov wê niha vegere, em ê çawa li rûyê wî binerin'. Ez bim ez ê vê bêjim."

Divê xalên hevpar bêne xurtkirin

Gergerlîoglû diyar kir ku wî binpêkirina mafan aniye ziman û ji ber vê, hatiye girtin û heqaret lê kirine. Gergerlîoglû, atmosfera heyî ji ya girtîgehê necudatir e, destnîşan kir û bal kişand ser kuştina Denîz Poyraz û doza ji bo girtina HDP'ê û got, "Berê jî bûyerên bi heman rengî qewimîn. Naxwazin meseleya Kurd bê nîqaşkirin, naxwazin bê temsîlkirin. Girtina HDP'ê çareserî nîne. Mîna doh îro jî em ê bi vê ferasetê têbikoşin. Di vir de ya girîng çareseriya meseleya Kurd e.”
Gergerlîoglû destnîşan kir ku muxalefet divê li dijî van êrişan di mijarên demokrasî û wijdanê de bi lez li hev bicive û got, heta ku ev kombûn pêk nehat wê sibe ji îro xerabtir be. Gergerlîoglû diyar kir ku feraseteke çavsor êriş dike û got, "Ya divê bê kirin ew e ku cudahiyên xwe deynin aliyekî û xalên hevpar xurt bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN