Piştî ku biryara Dadgeha Destûrê ya Tirk a derbarê Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû de li Meclîsa li enqerê de hat xwendin, parlamenteriya wî lê hat vegerandin.

Desteya Giştî ya Meclîsê bi serokatiya Cîgirê Serokê Meclîsê Nîmetullah Erdogmûş civiya. Biryara dadgehê ya derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû de hat xwendin. Parlamenteriya Gergerlîoglû ku di 17’ê Adarê de li Meclîsê hatibû betalkirin, bi xwendina biryarê dîsa lê hat vegerandin.
Gergerlîoglû piştî 4 mehan dîsa çû Meclîsa Enqerê.

ENQERE