Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu yê ji ber parvekirineke li ser Twîtterê hatibû girtin, piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk (AYM) derbarê wî de biryara “Binpêkirina maf” da, hate berdan. Paşê Omer Faruk Gergerlioglu çû Navenda Giştî ya HDP’ê û li wir daxuyanî da çapemeniyê. Avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê ku Gergelîoglû lê daxuyanî da ji aliyê polîsan we hat dorpêçkirin.
‘Ji ti tiştî qut nebûm û netirsiyam’
Gergerlioglu di daxuyaniya xwe de got,"Jiyana me berxwedan e, me got jiyan berxwedan e. Me got, bijî biratiya gelan. Wateya girîng a wan gotinan heye. Min li ber xwe da erê, lê li gel min xelkê jî li ber xwe da. Min 3 mehên ku di hundur de bûm bi coş û moraleke pirr mezin derbas kir. Ji aliyê fîzîkî ve min xwe parast û ji aliyê rûhî ve jî min xwe nû kir. Ev yek ji bo min pirr baş bû. Nekarîn tişta ku dixwestin bi ser bixînin. Me qet gav bi paş ve neavêt, motîvasyona me pirr baş bû. Me û hevalên xwe, me bi daimî ji hev re name dinivîsandin. Me di hundur de parlamen şopand. Qet nefikirîm ku wê mafê wekîltiya min betal bikin. Ji ti tiştî qut nebûm û netirsiyam. Ew nikarin bi paş ve gavê bi me bidin avêtin, ji ber ku rastî jî em bihêz in û mafdar in. Ji ber vê jî em bi rengekî baş derketin.’’
ENQERE