Dadgeha Destûrê bingehîn a dewleta Tirk (AYM) miracaeta parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu ya ferdî ya elaqedarî betalkirina parlamenteriya wî nirxand û doz bire encamê. AYM'ê biryar da ku mafên Gergerlioglu yên "hilbijartîbûnê û kirina xebata siyasî" û "azadî û ewlekariya wî ya şexsî" hatine binpêkirin. Bi vî rengî parlamenteriya wî lê vegerand.  

Parlamenteriya Gergerlioglu 17 Adarê hatibû betalkirin. Lê wî çalakiya Nobeta Azadiyê li parlamena Tirk kir. 2'yê Nîsanê ew hat girtin û polêsan ew bir Hepsa Sincanê ya li Enqerê. Niha divê parlamenteriya Gergerlîoglu lê bê vegerandin û ew ji hepsê bê berdan. Lê gelo, dewleta Tirk wê biryara dadgeha xwe ya herî bilind bi cih bîne yan na, ew meseleyeke girantir e.

ENQERE