MIHEME PORGEBOL

 

Nasandina filmê Çanax ê ku Sevîm Kaplan derhêneriya wê kiriye û senaryoya wê nivîsandiye, wiha ye: “Çanax, xebateke filmekî kurt e. Di vî filmê de Mûsa yê 65 salî yê ku bi hestiyarê wecîbeyên dînî bi cih tîne, li benda erêkirina miracaeta xwe ya ji bo pêkanîna ferza Hecê ye. Mûsa tevahiya amadekariyan kiriye û li bendê ye pişk bê avêtin û navê wî jî di vê avêtina pişkê de eşkere bibe. Lê belê tevî ku ji mêj miracaet kiriye jî, gelek kesên piştî wî, miracaeta wan erê bûye, ev jî dike ku şik û goman pê re peyda bibin. Êdî lê dipirse ka çima dor nagihîje wî. Herî dawî hîn dibe, ji ber ku li mala wî antêna sêl, bi navê din çanax heye, dosyaya wî di nava dosyayan de winda dikin. Mûsa ji ber vê aciz dibe û bi pereyên ku ji bo Hecê berhev kiribûn, sêlên satelîtan yanî çanaxan dikire û dev ji çûna hecê berdide.”

Ji bo Kurdan ev serpêhatiya Mûsa yeke welê ye ku dikare bi hezaran varyantan ji nû ve bê hilberandin. Zarokê 16 salî yê Kurd yê ku ji bo xwe ji hêzên paramîlîter ên dewletê xilas bike tevlî nava refên gerîla dibe, qaçaxê eskeriyê yê ku dilê wî qebûl nekiriye nobetdariyê li birayê xwe yê dîl bigire, dayika ku li cenazeyê kurê xwe digere û gelek caran hatiye dadgehkirin û ketiye hepsê, bavê ku ji ber li merasîma veşartina cenazeyêî xwe bû hatiye dadgehkirin, kesa/ê ku ji ber ku wêneyê wê/wî û xwşika/birayê wî bi hev re heye hatiye dadgehkirin û hîna bi hezaran nimûneyên din… Erê serpêhatiya Mûsa hatiye sêwirandin, lê esasê wê ji halê ripî rût ê rastiya jiyana Kurdan e. 

Di civaka Kurdan de sêla satelîtê nîşana MED TV’yê ye. Gava ku em girîngiya di raghindina civakî de ya televîzyonê li ber çavan bigirin, ne lazime em rave bikin ka peywendiyan Kurdan bi MED TV´yê re çi bû, nexasim jî di warên bikaranîna zimanê xwe, danûstandina bi hev re, xwe gihandina rojeva xwe, û ragihandina encamên bêstatubûna xwe de. Filmê Çanax jî esas dadikeve çavkaniya civakîbûna siyasî ya Mûsa; Mûsayê ku ji ber sedemekê li ser banê wî çanax yanî sêla satelîtê heye.

Di filmî de em ji serpêhatiya Mûsa wekî din di dawiyê de fêm dikin ku her mesele û kêmasî dikara bi kesê û hayjêhebûna siyasî dikare bê çareserkirin: “Va heca min li devê deriyê min e.”