Em li pişt medyaya Kurd in

Duşem 29 Nîsan 2024 - 00:45

  • Seroka IFJ’ê Pradalîe êrîşa li ser çapemeniya Kurd şermezar kir, destnîşan kir ji êrîşan armanc çavtirsandina rojnamevanên Kurd e û got, ‘’Rojnamevanên Kurd pir wêrek in, em li pişt wan disekinin.’’

SERKAN DEMÎREL / ANF / BRÛKSEL

Li dijî serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV li qada navneteweyî dibe sedema nerazîbûnan. Seroka Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) ku yek ji rêxistinên herî mezin ên rojnamevanan ên li cîhanê ye Dominique Pradalie êrişên li ser televîzyonên Kurdan ji ANF'ê re nirxand.

Helwesta dijî êrîşa li ser çapemeniya azad a Kurd didome. Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) yek ji rêxistinên herî mezin ên rojnamevanan ên li cîhanê ye. Seroka Federasyonê Dominique Pradalie têkilî êrişên li ser televîzyonên Kurdan axivî.

Pradalie serdegirtina polîsan a li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV şermezar kir û got, "Li pêşberî lêgerînên bi vî rengî yên li ser televîzyonên Kurdan gelek ji me em behtitîn. Em li qanûnîbûna vê legerînê napirsin, lê belê mîna her carê vê carê jî me dît ku mîna bi terorîstan re mijûl dibin, nêzîk bûn."

Ji bo çavtirsandinê ye

Dominique Pradalie diyar kir ji dîmenên êrişên li ser televîzyonên Kurdan diyar dibe ji bo çavtirsandina rojnamevanên Kurd hatiye amadekirin û got, "Em fêhm dikin ku li avahiyên çapemeniyê lêgerîn bêne kirin, ji ber ku qanûn rê dide vê yekê. Lê belê kiryarên di dema lêgerînê de, desteserkirina alavan û zerardayina li amûrên kar ên rojnamevanan, bi taybetî xetereya mezin a destwerdaneke bi vî rengî li ser hestên rojnamevanan ti carî nayê qebûlkirin."

Ev ne êrîşa pêşî ye

Seroka IFJ'ê Dominique Pradelie diyar kir ku êrişa li ser saziyên Kurdan ne cara yekê ye û nêzîkatiya Fransayê ya li çapemeniya Kurd jî bi vî rengî nirxand: "Mixabin ev rewş ne bûyera destpêkê ye ku li dijî rojnamevanên Kurd û medya Kurd a li sirgûnê cihêkariyê dike û hewl dide bitepisîne. Mixabin Fransa çend sal in, bi taybetî piştî 3 nûnerên jin ên Kurd bi rengekî hovane hatin qetilkirin di nava vê katalogê de ye. Komkujiyên nû yên ku par hatin kirin û meşandina lêpirsînê bi rengekî hêdî, mînakeke din a vê yekê ye.’’

Ji van êrîşan ti encam dernayê

Pradelîe bi domdarî got,’’Di sala 2017'an de bi navê Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî ya Fransayê (Syndicat National des Journalistes (SNJ) ez li gel komeleyên Kurd tevgeriyam ku birîna weşana televîzyonên Kurd a ji aliyê Eutelsatê ve şermezar kirin. Û li pêşberî Dadgeheke Bazirganiyê em di vê dozê de bi ser ketin. Lewma em dibînin ku rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên Kurd timî bi van kiryaran re rû bi rû tên û dawiya dawî encamekê bi dest naxin. Normal e ku encam bi vî rengî be, di vê dosyayê de jî divê bikevin nava liv û tevgerê."

IFJ li pişt çapemeniya Kurd e

Dominique Pradalie ragihand IFJ'ê piştgiriyê didin çapemeniya Kurd û got, "Li gorî gotinên rayedarên Belçîkî, destwerdana li televîzyonên Kurd bi daxwaza rayedarên Fransayê hate kirin. Min ev daxuyanî hîn piştrast nekiriye, lê belê di halê hazir de qanûnên Belçîkayê agahiyan diparêze. Weke encam ji bo rabûna li ber rayedaran û hesabpirsînê dikare serî li rêyên qanûnî bê dayin. Em li vê derê ne. Bi dîtina min rojnamevanên Kurd gelekî wêrek in. Em bi xurtî wan silav dikin û ji wan re dibêjin, 'Em bi giştî piştgiriyê didin we'."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.