Mûriyên Kurdistanicus û Kurdistanica

Yekşem 5 Îlon 2021 - 23:12

Li pirraniya bajarên bakurê Kurdistanê qederê 20 cûreyên mûriyan hene. Li hinan kêmtir li hinan zêdetir. Li deverên çolistan û berî ev hejmara cûreyan kêm dibe. Yek ji sedemên kêmbûna cûreyên tên zanîn jî astengiya li ber lêkoler û lêkolînan bi xwe ye. Axir bi her halî, du cureyên li Bakurê Kurdistanê bi navê Kurdistanê hatine hildan. Yek jê bi navê ilmî Cataglyohis Kurdistanica ye û ya din jî Camponodus Kurdistanicus e. Cataglyohis Kurdistanica B. Psarkî sala 1965´an qeyd kiriye weke cûre. Û wî lêkolîna xwe li Başûrê Kurdistanê kiriye. Ev cure li Rojhilat (2008) û li Bakur jî hatiye piştrastkirin. Ev cûreyekî çiyayî yê mûriyan e. Ya ku ji cûreyên din ên Cataglyohis (mûriyên deverên kêm baran lê dibare ên Rojhilata Navîn û Derya Spî) wê cihê dike jî ew e ku kasta wê ya mûriyên "leşker" mezintir e ji yên mayî, li pêş devê van "leşkeran" jî di rengê şûrê şamisrî de li du aliyan pencikên wan hene. Serê wam ber bi zere sor in, ber bi dûv ve sore-qehweyî û paşê jî dibin tarî qehweyî dibin. Li ser serê wan mûyên daimî gij hene.

Camponodus Kurdistanicus bi xwe hê di sala 1898´an ji aliyê C. Emery ve weke cûre hatiye qeydkirin. Wî ev cûre li Mêrdînê dîtiye. Ev cûre dişibe Camponutus Abrahami û tenê bi reng ji cêhê dibe: Rengê mesosoma (navtenga wan a beriya destpêkê qismê dawî yê bedena wan) zelaltir e ji beşên din ên bedena wan. Li gorî hinan ev herdu cûre tenê du rengên cihê yên heman cûreyî ne. 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.