• Di hilbiajrtinên cihî yên li Ingilîstanê, doh partiya muhafezekar a desthilatê derbeke mezin xwar. 

Di hilbiajrtinên cihî yên li Ingilîstanê, doh partiya muhafezekar a desthilatê derbeke mezin xwar. Gelek deverên heta niha di destê xwe de ji dest dan û serokwezîr Boris Johnson jî li vê şikesta xwarî mikur hat. 

Di hilbijartinên meclîsên cihî yên li Ingilistanê de ji sala 1964´an ve, ev cara pêşî bû ku Partiya Karker a muxalefetê li navenda paytextê li Westminsterê kursiyên meclîsê bi dest anîn. 

Cihekî din ku Partiya Karker lê ji mêj bi ser neketibû, Wandsworth bû. Ji sala 1978´an ve, ev cara yekê ye ku Partiya Karker li vir di hilbijartinên cihî de bi ser dikeve. 

Li derveyî paytext Londonê, partiya Karker zêde nekarî tesîrê bike, lê beramberî wê Partiya Lîberal Demokrat karî kursiyên xwe zêde bike û zorê li muhafezekarên desthilatdar bike. Li gorî analîstan, encamên xirab ên hilbijartinên cihî wê bikin ku rêveberên cihî yên muhafezekaran zextê li Boris Johnson bikin da ku siyaseta xwe xasma beramberî xelkê welêt biguhere.

LONDON