Muebed û 12 sal ceza li rojnamevanî birrîn
Pêncşem 6 Çile 2022 - 22:36
- Cezayê muebedê û 12 sal û mehekê yê hepsê li rojnamevan Rojhat Dogrû hate birrîn.
Cezayê muebedê û 12 sal û mehekê yê hepsê li rojnamevan Rojhat Dogrû hate birrîn.
Rojnamevan Rojhat Dogru bi îdiaya “xerakirina yekîtiya dewletê û tevahiya welat”, “hewldana kuştina bi qestî”, “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a dagirkera a Diyabekirê hat dadgehkirin. Di rûniştina biryarê de Rojhat Dogru ne hazir bû. Parêzerê wî Resûl Tamûr amade bû.
Dozger mutealaya xwe ya berê dubare kir û xwest ji ber “sûcdariyan” ceza li Dogru were birrîn.
Parêzer Resûl Tamûr parastina miwekîlê xwe kir û îdîa red kirin û xwest Dogrû beraet bike.
Dadger daxwazên parêzer red kirin û bî tohmetan cezayê muebedê û 12 sal û mehekê yê hepsê li Rojhat Dogru birrî û biryara girtina wî da.
AMED