Li Kobanê, Hisên Ebdo Ebas, Huda El-Elî û zaroka wê bi êşkenceyê kuştibû. Platforma gel cezayê muebedê li Ebas birrî.

Li Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hisên Ebdo Ebas ê 53 salî di 22'yê Sibata 2020'an de Huda El-Elî ya 27 salî û zaroka bi êşkenceyê kuştibû. Platforma gel Ebas darizand.

Ebas, piştî ku Elî û zaroka wê recm kiribû û xwe radestî hêzên asayîşê li Kobanê kiribû. Dadgehkirina Ebas ji wê çaxê heya niha dewam dikir û hatibû xwestin kiryar li ber gel bê darizandin. Ji bo vê jî li Navenda Çandê ya Baqî Xido platforma gel hat avakirin. Di platformê de ku cara ewil li Kobanê pêk hat, gel cezayê muebeda girankirî li Ebas birrî.

Di platformê de ku Rêveberiya Meclîs a Edaletê ya Firatê ava kir, Rêveberiya Xweser a Kobanê, Kongreya Starê, Rêxistina Jinê ya Sarayê, Mala Jinê û gelek rêxistinên din û malbatên Elî û Ebas û gelê Kobanê hazir bûn. Di dîwana platformê de yek jê jin 3 kesan cih girt û meqamê îdîayê jî ji 3 kesan pêk hat.

Meqama îdiayê diyar kir ku cinayet bi awayekî plankirî hatiye kirin û wêneyên hatibûn girtin, berpêşî heyeta platformê kir.

Paşê parêzerê tohmetbar, Mehmet Nûrî Berkel axivî. Paşê heyeta dadgehê nêrîn û dîtina xwe ragihand û diyar kir ku dikarin ji sê salan heta cezayê muebedê, ceza li tohmetbar bibirrin. Heyetê paşê bersiv da pirsên gel û endamên platformê.

Paşê tohmetbar Ebas axifî. Heyeta dadgehê xwest 10, 15, 18 sal û yan jî cezayê muebedê li tohmetbar bê birrîn. Di dengdayînê de hat xwestin cezayê muebedê bê birrîn.

Heyeta dadgehê wekî din xwest, Ebas 30 milyon pereyê Sûriyeyê bide du keçên xwe yên ku mexdûr in.

MA/KOBANÊ