• Dema Pablo Picasso li Parîsê diçe pêşangeha wê, xwe nagire û ji bo wê dibêje, “Ez li ber mucîzeya hunerî ya vê hunermenda Ukraynayî bejna xwe ditewînim.” 

XASÊ CÛNÊ

Piştî êrişên Rûsyayê li peytexta Ukraynayê Kîevê muzeya bi navê “Ivankiv” hat rûxandin. Wezareta Parastina Ukraynayê diyar kir ku piştî şewata li muzeyê, 25 tabloyên şêwekara Ukraynayî Maria Pryimachenko hatine şewitandin. Maria Priymachenko li Ukraynayê weke hunermenda gel tê nasîn û UNESCO’yê jî sala 2009’an weke sala Maria Pryimachenko diyar kiribû. Her wiha ew di sala 1970’yê de jî weke “Hunermenda Rûmetê” yê SSCB’yê jî tê xelatkirin.

Pryimachenko ji ber bi hesteke saf û paqij wêne çêkirine, wek nûnera “hunerê saf” jî dihat naskirin. Ew li gundekî nêzî Çernobîlê hatiye dinyayê û hema bêje tevahiya jiyana xwe li gund bihurandiye. Tesîra xwezayê û gund li ser hunerê wê bandoreke baş çêkiriye. Her wiha wê guh daye efsane û çîrokên gelêrî jî. Ev bandor di tabloyên wê hemûyan de xuya dike. Wê bêhtir li ser seramîkan motîfên Ukraynayî xêz kirine û her wiha bi boyaxê jî tabloyên cuda resmandine. Dema Pablo Picasso li Parîsê diçe pêşangeha wê, xwe nagire û ji bo wê dibêje, “Ez li ber mucîzeya hunerî ya vê hunermenda Ukraynayî bejna xwe ditewînim.” 

Nexweşî hesasiyeta wê zêde dike

Dema Pryimachenko piçûk bûye felc lê dixe û ev nexweşî wê pirr diêşîne. Lê ew li ber xwe dide û bala xwe dibe ser huner. Li gorî agahiyên ku xizmên wê didin, piştî nexweşiya xwe ew bêhtir hestiyar dibe û ramiyana wê kûrtir dibe. Piştî nexweşiyê hesasiyeta wê zêdetir dibe. Nexasim jî li hemberî xwezayê û heywanan hezkirineke wê ya nayê gotinê, çêdibe. Her wiha dibêjin, ew li hemberî zindiyan hemûyan jineke dilbirehm bûye û dilê kesî zû bi zû neşikandiye. 

Kulîlkên li ser qûmê

Hezkirina Pryimachenko ya huner ji piçûkatiyê ve dest pê dike. Rêwîtiya xwe ya huner wiha rave dike: “Dema ez keçeke piçûk bûm, min qazvanî dikir. Dema ez bi wan re diçûm peravên çemî, di nav zeviyên re ku bi kulîlkan hatibûn xemilandin, derbas dibûm. Min bi darikekî li ser qûmê kulîlkên jidil û yên xeyalî xêz dikir. Min ev xêzên xwe bi pîgmentên xwazeyî bi pêş xistin û dîwarên mala xwe jî bi boyaxê resmand. Piştî hingê, min qet dev ji xêzkirin û boyaxê berneda.”

Pêşangehên li Rûsya û dervayî Rûsya

Pryimachenko sala 1936’an li Sovyetê pêşangeha xwe ya ewil vedike. Li Moskov, Lenîngrad û Varşovê jî ev pêşangeha wê tê vekirin û di vê pêşangeha xwe de ya ku weke “pêşangeha gel” tê zanîn, dîplomayekê werdigire. Wekî din ew êdî derdikeve derveyî Rûsyayê û li Sofya, Montreal, Prag û Parîsê jî wêneyên wê di pêşangehan de cih digirin. Sala 1937’an pêşangeheke wê li Parîsê çêdibe û ew bi vê pêşangeha xwe li dinyayê tê naskirin.

Motîf û fîgûrên xeyalî

Di resmên wê de xeyalsaziyeke kûr heye û ev tabloyên wê bingehê xwe ji çand û rêûresmên Ukrayanayê digirin. Yanî çavkaniyên wê, efsane û serpêhatiyên gel in, ew bi saya vê çavkaniya xurt, kompozîsyonên baş çêdike. Nexasim jî motîfên wê resen in û diyar e ku ew ji xwe re şêwazeke hunerî ava kiriye bêyî ku hin kesan teqlîd bike û bişopîne. Motîf û fîgûrên wê rasteqîn nînin, ew bêhtir li ser bedewî û kirêtiyê hûr bûye. Her wiha mijarên weke başî û nebaşiyê jî di resmên wê de xwe didin der. Dîsa xemgînî jî mijareke sereke ye di wêneyên wê de. Di resmên wê de herî zêde heywan hene û wê bi deformekirina hin heywanan kompozîsyonên xweşik ên orîjînal çêkirine. Bi kurtasî şêwaza ku wê ava kiriye, naşibe ya şêwekarekî din, ev hêla wê reseniya hunerî wê bêhtir derdixe pêş.

Maria Pryimachenko ku li Ukraynayê weke hunermenda gel tê nasîn, sala 1909’an li herêma Kîevê, li gundê Bolotnya hatiye dinyayê. Ew 18’ê Tebaxa sala 1997’an koça xwe ya dawî ji vê dinya gewrik dike. Di nav berhemên wê de “Mirîşka du serî” (1977) tabloya wê ya herî navdar e û ew li dinyayê bi vê tabloyê tê nasîn.