Rêveberiya nû ya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), hevserokên xwe yên nû hilbijartin.
Rêveberiya MŞD´ê, piştî kongreya xwe ya 4'an li Navenda Çand û Dîrokê ya Êzdîxanê ya li bajarê Lohne yê Elmanyayê civiya.
Rêveberiya MŞD´ê di yekemîn civîna xwe ya piştî kongreyê de, rewşa xwe ya rêxistinî bi berfirehî nirxand û kar parve kir.
Li gorî vê yekê ji bo Hevserokatiya dema nû, Bihar Can û Xwedêda Şengalî bi yek dengî hatin hilbijartin. Hecî Hesen jî ji bo karê derve hat erkdarkirin. Di civînê de ji bo komîsyonên din jî kar hat parvekirin.
Kongreya 4'an a MŞD´ê di 31’ê Cotmehê de li bajarê Elmanyayê Lohne, bi beşdariya 60 delegeyan pêk hatibû.
LOHNE