MSD û Rûsya civiyan

Çarşem 24 Mijdar 2021 - 23:32

  • Endamê heyata MSD´ê Dîbo: Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov îmkaneke cidî nîşan da ku MSD beşdarî pêvajoya siyasî ya Sûriyê û pêvajoya amadekirina destûra nû ya Sûriyê bibe. 

Seroka Komîteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re rûnişt. Heyeta ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî fermî bi heyeta Wezareta Karê Derve ya Rûs re li Moskovê rûnişt. Ji heyeta MSD´ê Sîhanok Dîbo hevdîtinê weke derfeteke girîng ji bo beşdarbûna Rêveberiya Xweser li pêvajoya siyasî dibîne. 

Seroka Komîteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed çû serdana Moskovê û tevî heyeta MSD´ê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûs Sergey Lavrov û Nûnerê Taybet ê Vladîmîr Pûtîn, Mîxaîll Bogdanov re rûnişt.

Daxuyaniya ji aliyê Rêveberiya Xweser naveroka hevdîtinê diyar dike. Endamê heyeta MSD´ê, ji endamên meclisa serokatiya MSD´ê û berpirsên dosyaya karûbarên Rûsyayê di meclisê de Sîhanok Dîbo got, hevdîtinê derfeteke girtîng afirandiye ku Rêveberiya Xweser bikeve nava pêvajoya siyasî ya çareseriyê. 

Heyeta Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serokatiya seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed 23’yê Mijdarê li ser daweteke fermî, bi wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov û nûnerê wezareta parastinê û berpirsên rûs re li ser mijara Sûriyê de hevdîtin kirin.

Endamê meclisa serokatî ya MSD, berpirsên dosyaya karûbarên Rûsya di meclisê de Sîhanok Dîbo, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê, cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt, nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Moskovê Rêşad Bênav û nûnerê PYD’ê yên li Moskova Ebduselam Elî jî di Şandeya MSD´ê de cihê xwe girt. 

Rûsya destekê dide diyalogê

Dîbo got, wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov diyar kir ku welatê wî destekê dide diyalogên Sûrî-Sûrî, û her wiha diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de. Sîhanok Dîbo got, “Şandeya rûsî teqez kir ku ew destekê didin van diyalogan û hêvî dikin ku bi ser bikevin.”

Derfetek ji bo beşdarbûna pêvajoya siyasî

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku giraniya nîqaşan li ser rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêbazên siyasî li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an bûye.

Dîbo da zanîn ku wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov îmkaneke cidî nîşan da ku MSD beşdarî pêvajoya siyasî ya Sûriyê û pêvajoya amadekirina destûra nû ya Sûriyê bibe. Wî her wiha îşaret bi nenavendîbûnê li Sûriyê kir û got Rêveberiya Xweser di vî warî de wê modelek be.

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku di nîqaşan de wekî din hatiye diyarkirin ku lazim e tu herêmên Sûriyê ji alîkariyên mirovî bêpar neyên hiştin.

Rûsya hazir e bi berpirsiyarî rabe

Li gorî kanala televizyonê ya Russia Today (RT) Wezareta Karê Derve di hevdînê de bûyerên li Sûriyê bi heyetê re gotûbêj kirine. Her wiha hate diyarkirin di hevdîtinê de giringiya çareseriyê di çarçoveya biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye destnîşankirin.

Wezaretê got, ‘’Me ragihand ku Rûsya ji bo krîza Sûriyê çareser bibe, hazir e ku bi her cûre berpirsyariyê rabe.’’

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.