MSD bi Lavrov re rûnişt

Duşem 31 Tebax 2020 - 16:08

  • Heyeta Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD'ê li paytexta Rûsyayê Moskowayê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rûnişt.

Heyeta Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD'ê doh li paytexta Rûsyayê Moskowayê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rûnişt.
MSD li paytexta Rûsyayê Moskowayê piştî ku bi Partiya Vîna Gel a Sûriyeyê re peymana danûstandinên siyasî îmze kir, bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rûnişt.
Heyeta ku ji Seroka Komîteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed, Alîkarê Hevserokên MSD'ê Hîkmet Hebîb, Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Barsûm û Nûnerê MSD'ê yê Misrê Sîhanok Dîbo pêk tê, piştî ku bi Serokê Partiya Vîna Gel Kadrî Cemîl re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist, derbasî Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê bû.
Heyetê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin kir. Li gorî agahiyan di hevdîtinê de çareseriya krîza Sûriyeyê, hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn a li Cenevreyê û alîkariya mirovî hatin nirxandin.
Endamê şandeya MSD`ê Hikmet Hebîb der barê hevdîtinê de got, Wezareta Derve ya Rûsya piştrast kir ku wê destekê bide nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser ji bo xebata siyasî di dema bê de.
ANF/MOSKOWA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.