Motorbisiklêt û amûreke êşkenceyê hatin dîtin
Pêncşem 1 Îlon 2022 - 21:21

- Di operasyonên lêgerînê yên li beşa 4`an ê kampê de doh gelek motorbisiktlêtên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û amûreke êşkencekirinê hatin dîtin.
Pêngava li Kampa Holê di roja 9`an de didome. Di operasyonên lêgerînê yên li beşa 4`an ê kampê de doh gelek motorbisiktlêtên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û amûreke êşkencekirinê hatin dîtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, doh berê sibehê saet 04:00’an ketin beşa 4'an a kampa Holê. Gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna encamên temamî yên rojê nehatibûn eşkerekirin.
Lê rojnamevanên operasyon dişopandin dan zanîn ku di operasyonên lêgerînê yên li beşa 4`an de gelek motorbisiklêtên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û amûreke êşkencekirinê di nava 2 konan de hatine desteserkirin.
Hate zanîn ku motorbisiklêt ji bo bicihkirina mayînan dihatin bikaranîn.
Li Kampa Holê bikaranîna motorbisiklêtan qedexe ye.
ANHA/HESEKÊ















