- Weşanxaneya Nayê bi navê "Ji tûrikê kal û pîran çend morî û mircan" pirtûkeke nû çap kir. Pirtûk ji aliyê Mehmet Oncu ve hatiye hazirkirin.
Di pirtûkê de gotinên pêşiyan ên dişibin çîrokan, gotinên kurt ji aliyê Oncu ve hatine berhevkirin.
Oncu ji bo pirtûka ku hazir kiriye dibêje; "Di zargotina kurdan de hinek gotinên pêşiyan hene ku bi teşe û vegotina xwe dişibin kurteçîrokan. Ew çîrokên bi wî teşbî, di wêjeya dinyaya modern de bi şêwaza 'çîrokên mînîmal' tên nas kirin û nivîsîn. Belê gotinên bi vî rengî ên di nav zargotina kurdan de hîn li asteke bilind in, lew ku di wan de aqil, feresat, mantiq û matematîkeke bêhempa heye. Ji vê zêdetir wejeyeke bilind û bedewkar jî dihêwirînin.
Weke cerebeyeke edebî min di vê berhemê de desteyek ji van gotinan hilbijartin û bi vegotineke dewlemendtir û hinek jî lêzêdekirinan raberî we xwandevan û dilsozên zimanê kurdî kirin. Bi hêviya tamjêhilanîneke wêjeyî…" NAVENDA NÛÇEYAN