Di dîroka hunerê de, nexasim jî di warê şêwekariyê de bizava Empresyonîzmê cihekî popûler û girîng digire. Ji sala ku derketiye holê heya îro jî xwedî tesîr e û gelek hunermend di bin tesîra vê bizavê de tabloyên xwe çêdikin. Ji ber tesîra vê bizavê pirr berfireh e, mirov dixwaze bingeha wê bikole û bizanibe bê ka cara ewil kîjan şêwekarî di vî warî de berhem çêkirin. Li gor lêkoleran wisa tê gotin ku bizava Empresyonîzmê di sala 1870’an de bi tabloyekî dest pê kiriye. Ev tablo jî ew tabloyê navdar yê Claude Monet e. 

Tabloyê bi navê “Impression Sunrise” (Şefeqa Empresyonîzmê) weke destpêka bizava Empresyonîzmê tê qebûlkirin. Ev tabloyekî menzereya şeveqê bû, Claude Monet ber destî sibehê ev tablo xêz kiribû. Xêz, ronahî û her wiha kompozisyonên Monet mizgîniyeke nû ya bizaveke hunerî bûn di heman demê de. Nexasim jî tabloyên wî yen pastoral ên ku li Fransayê çêkiribûn, nimûneyên baş yên vê bizavê ne û ji xwe ji ber van hêlên xwe Monet jî pêşengê Empresyonîzmê tê qebûlkirin. Heta ew ji hêla dîroknasên hunerê ve weke “Bavê Empresyonîzm”ê jî tê îşaret kirin.

 

‘Ti carî nebûm xwedî stûdyoyekê’

Claude Monet di sala 1840’î de li Parîsê tê dinyayê. Dema dibe 10 salî tevî malbata xwe koçî Le Havre dibe û li dibistaneke hunerî qeyd dibe û bi vî awayî rêwîtiya wî ya hunerê destpê dike. Dema ew ciwan e jî xebatên wî popûler in û xelk xêzên wî dikirin. Di sala 1856’an de bi pêşniyazên hevalê xwe Eugene Boudin ji stûdyoyê derdikeve û hewl dide li derve tabloyan xêz bike. Ji xwe piştî li derve dest bi xêzkirina tabloyan dike êdî nema li hundir vedigere û derva dibe stûdyoya wî. Ji bo vî tiştî ew dibêje, “Ti carî ez nebûm xwedê stûdyoyekê. Ji xwe qet fam jî nakim insanek çima xwe di odeyekê de heps dike. Dibe ku bixwaze xêz bike lê ji bo mirov resman çêbike ti carî hewce nake mirov xwe di hundir ango di odeyekê de bigire.”

Qaîdeyên akademiyê red dike

Claude Monet di sala 1861’an de diçe Cezayîrê û li wir leşkeriya xwe temam dike. Her wiha ew 7 sal jî li wir dijî. Di van salan de ew di warê reng û ronahiyê de gelekî pêş dikeve û şêwazeke resen jî ava dike ji bo xwe. Dema vedigere Fransayê êdî ew di warê reng û ronahiya menzereyên Empresyonîst de şareza ye, her wiha derbeyên firçeya wî jî hin rêçikên nû ava dike di şêwekariyê de. Monet li hember akademiyê bû, ji lewma wî “Académie des Beaux-Arts” ya li Parîsê jî qebûl nekir û li gor qaîdeyên akademiyê tevnegeriya. Ji ber vê yekê ev helwêst û tabloyê wî yê bi navê “Impression Sunrise” (Şefeqa Empresyonîzmê) tesîrê li temamî hunerê sedsala 19’an kir.

 

Hîskirina kêliyan û kompozisyonên bi xumam

Tabloyên Monet ên ku li bendergeha Le Havre çêkirine jî girîng in. Wî li bendergehê qederê 6 tablo çêkirine ku hevdu temam dikin û bi hevdu re têkildar in. Ji xwe tabloyê “Impression Sunrise” jî yek ji van tabloyan e.  Di van tabloyan de mirov hizir dike ku ew li stîleke nû digere. Di tabloyên wî de roj, şev, hingûr û elbet şefeq mijarên sereke ne. Wî kêliyên ber destî sibehê û her wiha dema ku roj diçe ava pirr xweşik zeft kirine. Nexasim jî teyisîna rojê ya li ser avê ku demek şûnde ev teyîsîn winda dibe mijareke girîng e ku Monet serê xwe pê re pirr mijûl kiriye. Ji lewme Empresyonîzm jî hîskirina van kêliyan û resmandina wan bû. Di kompozisyonên wî de keştiyên li ser avê ên ku di nav xumayiyê de ne jî balê dikşînin ser xwe. Sîtav û şewqa fîgûrên wî yên li ser tabloyan jî îşareta Empresyonîzmê ne.

 

Nîqaşa li ser Empresyonîzmê

Piştî ku Monet van tabloyan temam dike li Parîsê bi destê Empresyonîstan pêşangehek tê lidarxistin. Bêhtir hunermendên avantgard tevlî pêşangehê dibin. Yanî pêşangeheke serbixwe ye û her wiha pêşangeha ewil ya Empresyonîstan e. Monet tabloyê xwe yê “Impression Sunrise” cara ewil li vir nîşanî xelkê dida. Kesên weke Auguste Renoir, Edgar Degas, Camille Pissarro û Alfred Sisley jî hebûn di pêşangehê de. Berhemên hemûyan jî ji ber tiştên nû digotin hatin nîqaşkirin. Lê tabloyê Monet ji ber navê xwe ango Empresyonîzmê bêhtir hate nîqaşkirin. Gelek kes ji sernavê Monet hezkiribû lê hin kes jî hebûn ku henekê xwe bi berhemên Empresyonîst ên Monetî kirin. 

 

Nîqaş tevgerê xurttir dike

Lê piştî vê pêşangehê û nîqaşên derketin holê bizava Empresyonîzmê bêhtir hate bihîstin û naskirin. Bi vî awayî tevgereke Empresyonîst dest pê kir û kesên di vê tevgerê de cih girtin kêliyên zeman ên ku mirov wan hîs dikirin û zû derbas dibûn daketin. Niha jî bi heman hizrî gelek şêwekar van tesîrên van kêliyan bi kompozîsyonên xweşik xêz dikin û nîşanî xelkê didin. Ji ber tesîrên vê tevgerê di roja îro de jî didomin, Monet û tabloyên wî tim tên bibîranîn. Ji lewme ew pêşengekî serbixwe yê warê şêwekariyê ye û rengên xwezayê di tabloyên wî de dibiriqin.

NAVENDA NÛÇEYAN