Mona Lîsa jî kete grevê!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Adar 2023 - 05:15

Li Fransayê ji ber qanûna teqewîtbûnê ya ku temenê teqewîtbûnê derdixe 64 salan ev çend hefteye greva giştî heye. Piştî çalakiyên deh rojan Muzeya Louvre jî da zanîn ku ew beşdarî grevê bûne.

Protestoyên li hember qanûna teqewîtbûnê li senatoyê hate qebûlkirin. Li gorî qanûna nû li Fransayê temenê teqewîtbûnê yê berê 62 bû, bû 64. Piştî qebûlkirina qanûna nû, protesto xurttir bûn. Sendîkayên bi navê CGT-Culture û SUD Culture Solidaires dan zanîn ku wan û xebatkarên Muzeya Louvre lihevkirine û muze dê girtî be. Muzeyê li ser hesabê xwe yê twitterê jî nivîsand û got; “Ji ber grevê muzeya Louvre dê heta demekê girtî be.”

Xebatkar û endamên sendîkayên CGT-Culture û SUD Culture Solidaires li ber Muzeya Louvre strana bi navê “Mona Lîsa di grevê de ye” gotin û dirûşmeya “Macron qanûna xwe paşve vegerîne” gotin. Lê pankarteke ku Mona Lîsa li ser bû pirr bal kişand ser xwe. Li ser wêneyê Mona Lîsa “ji teqawîbûna 64 salî re na” hate nivîsandin û rûyê Mona Lîsa jî weke keseke pîr hat nîşandan. 

Tabloya Mona Lîsa (La Gioconda) yek ji tabloyên Leonardo da Vîncî yên herî navdar e û niha tablo li Muzeya Louvre ya li Parîsê tê parastin.

PARÎS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.