Modelên serketî ji bo dibistanên duzimanî

Nûçeyên Dîaspora

În 19 Sibat 2021 - 00:17

Komeleya Dêûbavên ji Kurdistanê li Elmanyayê, Yekmal e.V a navenda wê li Berlînê, îsal jî bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê yanî 21’ê Sibatê, sempozyûmekê organîze dike. Lê îsal ji ber tevdîrên li dijî belavbûna şewba Covid19’ê sempozyûm wê li ser înternetê bi rêya bernameya zoomê bi rê ve biçe.

Sempozyuma Yekmalê ya ji bo Roja Zimanê Dayikê îsal bi navê “Modelên Serkeftî yên Dibistanên Duzimanî û Çalakiyên Herî Kêrhatî” bi rê ve diçe.
Ev sempozyuma 11’an a Yekmalê ye ku bi vê rasthatinê organîze dike. Sempozyum wê 22’yê Sibatê bi rê ve biçe. Piştî axaftina bixêrhatinê ya koordînatora giştî ya Yekmalê Gunay Darici ya saet 10’an, ji senatoya Berlînê, ji rêveberiya perwerde û dibistanan Dr. Mark Hamprecht wê axaftina destpêkê bike. 

Piştre Prof. Dr. Natascha Naujok wê gotareke teorîk a li ser pirrzimaniya li dibistanê pêşkêş bike saet 10 û nîvan. Piştre ji Akademiya Yekmalê Şerîf Derince wê saet 11:15’an axaftina kilît li ser modelên heyî yên cihê yên dibistanên pirrzimanî ji dinyayê bipeyive.

Saet 13’an bi Elmanî û Kurdî

Piştre rûniştinên sempozyûmê û atolye saet 13’an dest pê dikin. Rûniştina Kurdî wê li ser dersên zimanê Kurdî li Elmanyayê be. Bi moderatoriya Munevver Azizoglu-Bazan, mamosteyên Kurdî Emin Akbaş ji Bremenê, Dr. Zerdeşt Haco, Ilyas Isen ji Mainzê, Ronî Stêrk ji Bremenê, Xiyasedin Zaroj Stêrk ji Oldenburgê, Mahmut Şenturk ji Hannoverê û Abdulkadir Ulumaskan ji Bielefeldê wê bipeyivin.

Rûniştina sempozyumê ya bi Elmanî jî wê saet 13’an pêk bê. Bi moderatoriya Liselotte Martens a ji sendîkaya GEW, Ilaria Bocconcini (Îtalyanî li dibistanan), Alexander Ott (Rûsî li dibistanê), Demet Siemund û Zeynep Arslan (Tirkî li dibistanê), Wilfried Stotzka wê bipeyivin.
Di heman demê de wê atolye jî hebin saet 13’an.  Di atolyeyê de bi moderatoriya Rickel Merighi û mamoste Marita Orbegoso Alvarez, beşdar wê serê xwe biêşînin li ser rola civaka sivîl di bipêşxistina pirrzimanîbûnê di dibistanan de.

Ji Kurdistanê peywend û tecrûbeyên cihê

Piştre saet 15:15’an wê rûniştina dawî ya sempozyumê bi rêve biçe û ew ê bi Kurdî be. Bi moderatoriya Şerîf Derînce, Sûlav Dêrik ji Rojava, Jana Dila ji Bakur, Haydar Diljen ji Swêdê, Bêrîvan Kahraman ji Swîsreyê, Şehmus Kurt ji Bakur û Dr. Mihemed Mehwî ji Başûr wê bipeyivin li ser dersên bi zimanê Kurdî di peywendên cihê de. 

Belkî li vir rexneyek li organîzatoran bê girtin ji ber ku ji Rojhilat kesek nîne. Lewma hîna nû ji ber ku dersên Kurdî dan li mamosteyên Kurdî li Îranê cezayên giran hatin birrîn û ev tecrûbe jî hêja bû mirov behsa wê bike. 

Encamên sempozyumê wê bên belgekirin û weşandin li ser malpera yekmalê www.yekmal.de  de.

Kesên dixwazin beşdar bibin, divê beriya wê xwe qeyd bikin bi formeke dîjîtal a li ser înternetê ya li jêr: 
https://forms.gle/qq8kbiharVRY6rc29

Beşdar divê her wiha îşaret bikin ka ew ê bikevin kîjan rûniştinan jî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.