Modela Rojava paşeroja demokratîk e

Pêncşem 27 Sibat 2025 - 03:45

  • Rojnamevan Gabrielle Lefevre got: Eger em paşerojeke demokratîk dixwazin, modela Rojava paşeroj e!

Ev sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî tên kirin, di 5-6’ê Sibatê de li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê Dadgeha Gelan a Daîmî (PPT) ve hate nirxandin. Ev rûniştin bi navê “Dadgeha Gelan a Rojava” hate lidarxistin. Rojnamevana Belçîkayî û Parazvana Mafên Mirovan Gabrielle Lefevre ku bi xebatên xwe yên di qada mafên mirovan de navdar bûye, di nava şandeya darazên dadgehê de cih girt. Rojnamevan Gabrielle Lefevre Rojhilata Navîn ji nêz ve nas dike. Gabrielle Lefevre diyar kir ku Dadgeha Gelan a Daîmî pir girîng e û got:“Bi dehan sal in ez xebatên vê dadgehê dişopînim. Bêedaletî û zextên li dijî gelan, tê îfşakirin. Me têkildarî helwesta şandeya dadgehê, pêşnûmebiryarek ragihand. Pêşnûmebiryara me têra xwe vekirî bû. Jixwe dijberiya me ya li hemberî sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê tê zanîn. Eger çav li vê rewşê were girtin, teqez wê ev qirkirin temam bibe. Lewma, divê civaka navneteweyî mudaxile bike, yan em ê rû bi rûyê qirkirinekê bimînin. Karesata herî mezin a niha ya demokrasiyê ew e ku nikare qirkirinê asteng bike. Lê belê di destê me de hemû îspat hene. Min ji çavkaniyên din jî îspatên ku dozgeran pêşkêşî me kirine piştrast kir û derket holê ku her tişt rast e. Desthilatdariya li Tirkiyeyê – serokkomar û wezîr – carna li ser medyaya dîjîtal çalakiyên xwe yên sûc weke ‘têkoşîna li dijî terorê’ nîşan didin û pesnê xwe didin. Di vê xalê de dixwazin raya giştî manîpule bikin. Hewl didin bandorê li raya giştî ya Tirk bikin û di asta navneteweyî de pêşî li rexneyan bigirin.”

Rapor sûcan eşkere dike

Gabrielle Lefevre destnîşan kir ku rastî li holê ne û zelal in û got:“Gelek raporên Neteweyên Yekbûyî, Human Rights Watch, Amnesty International û rêxistinên din ên navneteweyî hene. Ti kes nikare van rêxistinan bikire yan jî manîpule bike. Bi dehan salan pisporiya xwe îspat kirin. Ji xeynî xebatên dadgehê, me raporên van saziyan lêkolîn kir. Em gihiştin encamekê ku bi delîlên dozgeran re li hev dihatin. Berxwedana li dijî dagirkeriyê, weke terorîzm tê pênasekirin. Li Sûriye û Rojava tiştên diqewimin, berxwedana li dijî hêzeke dagirker e. Yanî ne terorîzm e. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de berxwedêrên Ewropayî li dijî dagirkeriya Elman bûn. Ev berxwedêr ji aliyê Elmanan ve weke terorîst hatin pênasekirin. Lê belê di rastiyê de ew şervanên berxwedanê bûn. Di hin rewşan de berxwedan û berxwedana çekdarî neçarî ye.”

Tirkiye berpirsiyar e

Gabrielle Lefevre di berdewamiya axaftina xwe de got:“Komên ku em jê re dibêjin ‘şervanên wekîl’ ji aliyê Tirkiyeyê ve tên parastin. Ev kom ji aliyê Tirkiyeyê ve tên biçekkirin û rêvebirin. Di rastiyê de Wezîrê Parastinê yê Tirk van hêzan koordîne û organîze dike. Li herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin rêveberî Tirk e, her tişt bi Tirkî tê kirin û hwd ev yek rewşê hîn zelaltir dike. Her wiha balafirên bêmirov û teknîkên ku tên bikaranîn, ne ayîdê van koman, ayîdê artêşa Tirk in.

Dadgeha Gelan a Daîmî (PPT) hewl dide balê bikişîne. Lê belê, konjonktura jeopolîtîk a heyî ewqasî tevilhev e ku, Neteweyên Yekbûyî jî bêçare ye û Serokkomar Erdogan jî vê pir baş dizane. Erdogan bi rengekî pir qurnaz, hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne û zextên xwe yên li ser Rojava didomîne. Ji ber ku ev model ji bo Tirkiyeya muhafazakar a li ser esasê yek olê, gef e. Peymanên Cenevre û hiqûqa navneteweyî jî, bi temamî tune tên hesibandin.”

Em piştgirê Ocalan û PKK’ê ne

Gabrîelayê diyar kir ku modela Rojava li gelek welatên ku baweriyê bi demokrasiyê tîne dikare bibe mînak û got:“Bi ya min divê hindî ji destê me tê em piştgiriya vê modelê bikin, ev modela paşerojê ye. Heger em pergaleke demokratîk bixwazin, va ye modela Rojavayê paşeroj e. Ew modeleke nûjen a li gor teknolojî, felsefe û çanda civakan e. Heger rêveberên li Sûriyeyê xweseriyê qebûl bikin, ev wê ji bo paşerojê bibe gaveke gelek mezin. Em her tim alîgirê têkoşîna PKK û Ocalan in. Pêşverûyên li Belçîkayê bi vê têkoşînê re her tim di nav pilştgiriyê de bûne. Her wiha îro di navbera Îmralî û desthilatê de çend danûstandin hene. Tekane tişta ku dizanim ew e ku Serokkomarê Tirkiyeyê modela Rojava li Tirkiyeyê naxwaze. Tenê divê mirov hêvîdar be û berdewam modela Rojavayê bide naskirin. Ji ber ku divê ev modele feyzeke mezintir bide her kesê ku alîgirê demokrasî û modernîzmê ye. Ev şoreşek e ku ji cudahiyên gerdîşî yên wekî feqîr û dewlemend, jin û mêr derbas dibe û mafê herkesî di nav civakê de misoger dike ku di nav qalibên rêz û xweşbîniyê de bi rêbazên xwe beşdarî civakê bibe û wê dewlemendtir bike.”

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.