Mizgîniya yekîtiyê nêzîk e
Şemî 18 Çile 2025 - 03:20
- Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs: Em hewl didin, li Rojava heta 15’ê Sibatê, ji bo giştî Kurdistanê jî, heta Newroza îsal konferansên yekîtiya neteweyî lidar bixin.
Derbarê xebatên demên dawî yên KNK’ê, gavên di çarçoveya yekîtiya neteweyî, zehmetiyên hene û stratejiyên derbarê paşerojê, bangawazî û perspektîfên di vê qonaxa krîtîk de, hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs axivî. Karamûs derbarê serdana şandeya KNK’ê ya bi serokatiya Zeyneb Mûrat a Başûrê Kurdistanê de axivî û got:’’Şandeya me di çarçoveya tewazinên nû yên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û cîhanê têne jiyan kirin, serdaneke başûrê Kurdistanê kir. Di vê pêvajoyê de, endamên konseyê, hevalên me yên rêveber ên li başûr û berpirsên komîteyên li başûrê Kurdistanê jî tevlî şandeyê bûn. Armanca bingehîn a serdanê, li gel partiyên siyasî, rêxistin, sazî, şexsiyet, rewşenbîr, endamên çapemeniyê û akademîsyenan, hevdîtinên berfireh bikin bû. Derveyî PDK’ê, hema bêjin bi hemû partiyên siyas û şandeyan re hevdîtin hatin pêkanîn. Herwiha bi rêxistinên siyasî, sazî û şexsiyetan re, pêvajoyeke diyalogê ya berfireh pêk hat. Beşeke mezin a hevdîtinên ku me pîlan kiribû, bi serketî pêk hatin.
PDK’ê nexwest hevdîtinê bike
Karamûs derbarê sedema pêknehatina hevdîtinê ya bi PDK’ê re jî ev nirxandin kirin:’’Di salên dawî de şandeya me bêyî ku cudahiyên polîtîk û îdeolojîk ên aliyên bide pêş çavan, hewl da bi hemû aliyan re hevdîtinê bike. Heyeta me xwest bi PDK’ê re jî hevdîtinê bike, lê weke hercarê PDK’ê nexwest hevdîtinê bike. Weke şandeya KNK’ê me daxwaza hevdîtinê ji wan re ragihand, lê bi PDK’ê re hevdîtin pêk nehat. Ev rewş bi temamî ji ber helwesta PDK’ê ye.
Li benda bersiva ENKS’ê ne
Derbarê stratejiya yekîtiyê ya ku civaka Kurd daxwaza wê dike jî Karamûs wiha got:’’Di encama hevdîtinên li başûrê Kurdistanê, ji bo pêkanîna konveransa şêwra neteweyî, me komîteyek ava kir. Hemû alî jî derbarê pêkanîna konferanseke wiha de hem fikir in. Li Rojava jî xebateke berfireh dimeşe û derveyî ENKS’ê, bi hemû partiyê siyasî û saziyan re komîteyeke demborî hatiye avakirin. Derbarê tevlîbûna ENKS’ê de li benda bersivekê ne û amadekariyên konferansê bi hemû leza xwe didome. Di nava vê mehê de wê gavên girîng bên avêtin û xebat wê şênber bin.
Bi hêvîne ku Barzanî gavan biavêje
Karamûs derbarê hevdîtinên Barzanî li gel ENKS’ê, şandina şandeyekê li Rojava û her wiha hevdîtina xwe ya li gel Mazlûm Ebdî de jî ev nirxandin kirin:’’Nûnerê taybet ê birêz Mesûd Barzanî, çû Rojava û li gel birêz Mazlûm Kobanê hinhevdîtinkirin. Piştî vê hevdîtinê di navbera Birêz Barzanî û Birêz Kobanê de jî hevdîtinek pêk hat. Tê zanîn ku di nava ENKS’ê de hin kesên hestiyan ku erênî nêzî yekîtiyê dibin hene. Lê hin endamên ENKS’ê ku di bin bandora dewleta Tirk de tevdigerin, hewl didin yekîtiyê asteng bikin, gotinên îstîxbarat û dewleta Tirk dubare dikin, destketiyên Kurdan dixine xetereyê. Tevî vê jî em bawer dikin birêz Mesûd Barzanî wê vê rewşê bibîne û ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê gavan biavêje. Yekîtiyeke wiha ji bo parastina destketî û statûya li Rojava jiyanî ye.
Armanc Newroz e!
Ahmet Karamûs derbarê amadekariyên konferansên ku bên pêkanîn de jî ev agahî dan:’’Li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat, amadekariyên Konferansên Şêwrê yên Neteweyî bi hemû leza xwe didomin. Ji bo Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur, wê konferansên cuda çêbibin. Biryarên di van konferansan de bên girtin, bi bi danezanan bên ragihandin. Piştî vê wê Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya hemû gelê Kurdi dixe nava xwe wê pêk bê. Armanc ew e ku em beriya Newrozê vê konferansê pêk bînin û encamên wê ji hemû cîhanê re ragihînin.
An meha Çile an jî 15’ê Sibatê
Karamûs derbarê dema pêkanîna konferansa li Rojava jî ev agahî dan:’’Derbarê dema konferansê hedefa me, an di nava meha Çileyê de an jî herî dereng heta 15’ê Sibatê pêk bê. Ew ê nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgeh, şexsiyet, akademîsyen, rojnamevan û nivîskar cih bigrin. Em armanc dikin ku di konferansê de kesên ku hemû beşên civakê temsîl dikin, beşdarê konferansê bibin. Em naxwazin ku tu beşeke welatparêz li derveyî konferansê bê hiştin. Berovajî em li bendê ne herkes tevlî bibe. Tevgera ENKS’ê ya li Rojava ya di nava yekîtiyê de, bi geşedanên li Başûrê Kurdistanê û hevdîtinên di navbera Birêz Mesûd Barzanî û Birêz Mazlûm Kobanê re girêdayî ye. Encama van hevdîtinan wê tevlîbûna ENKS’ê ya konferansê zelal bike. Hevalên me bi ENKS’ê re hevdîtinên fermî kirin û ew vexwendin konferansê. Lê ev yek hê jî zelal nebûye. Ger encamên erênî ji hevdîtinên mijara gotinê bên girtin, em hêvî dikin ku ENKS jî tevlî konferansê bibe.
Yekîtî zemîneke mezin a moralê ye
Ahmet Karamûs derbarê gotina Îlham Ehmed a mizgîniyê de jî wiha axivî:’’Ez difikirim ku em gelekî nêzî mizgîniyê bûne. Êrişên li dijî destketiyên li Kurdistanê ji her demê zêdetir tê hîs kirin. Herwiha li Tirkiyeyê derbarê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û destpêkirina pêvajoya diyalogê, hin pêşketin hene. Daxuyaniyên birêz Îlham Ehmed, îşaret bi xebatên yekîtiya Kurdan ku tên meşandin dike û em di vê mijarê de bi hêvî ne. Ger hevdîtinên di navbera birêz Mazlûm Kobanê û birêz Mesûd Barzanî yên li başûrê Kurdistanê bi erênî bi encam bibin, em ê hîn bêhtir nêzî mizgîniyê bibin. Li rojava ji %95’ê xelkê, di nava yekîtiyê de tevdigerin û xebatên heyeta me ya li başûrê Kurdistanê jî ji bo bihêzkirina vê yekîtiyê ye. Ev pêvajo bi hêvî ye. Ger hevdîtin bi serketî bin, em dikarin di demeke kurt de mizgîniyê ya di mijara yekîtiya gelê Kurd de bidin. Ji bo ev bigîhê serketinê, divê herkes fedakariyê bike û bi rihê yekîtiyê tevbigere. Kurd û Kurdistan di qonaxeke hebûn û nebûnê re derbas dibe. Pêkanîna yekîtiyê hem ji bo gelê me hem jî ji bo tifaqên me yên navneteweyî wê zêmîneke moralê ya mezin û bihêz ava bike.
NAVENDA NÛÇEYAN