• Pisporê Îstîxbaratê Constantin Pikramenos: Erdogan ji xwe re hêzeke karîger a eskerî çêdike û kengî ev hêz êdî jê re lazim nebe, dikare wê biavêje çopê. Sibe dusibe, dewleta Tirk wê bi xêra van çeteyan xwe li ser dika siyaseta global bi cih bike, bêyî ku kuştiyên hêzên wê yên eskerî bi xwe çêbibin.

Pisporê Îstîxbaratê Constantin Pikramenos difikire ku ji Ewrûpayê heta bi Keşmîrê dewleta Tirk civaka Tirk tundraw dike û her wiha çeteyan bi kar tîne, da ku bêyî ku kuştiyên wê çêbibin, li ser dika siyaseta global karibe tesîrê bike.

Koordînatorê Neteweyî ji bo Ewlekariyê û Têkoşîna li dijî Terorîzmê (NCTV) ya Holandayê bi raporeke* xwe gotibû, bi awayê teşwîqkirina Îslama siyasî ya Erdogan li Ewrûpayê, ew dike ku meylên tundraw di nava dîasporaya Tirk a li Holandayê de belav bibin. Piştî ku ev rapora veşartî eşkere bû, her kesî berê xwe da Erdogan. Di raporê de tiştekî din jî hebû: mînaka Gokmen Taniş ê 37 salî. Wî 18'ê Adara 2019'an li Uttrechtê di tramwayekê de êriş bire ser xelkê û 3 kes qetil kirin û 7 kes jî birîndar kirin; ev êriş hema piştî ku Erdogan Ewrûpî hedef nîşan dan, qewimî bû. Bi ya koordînatorê NCTV'yê armancên îslamkirina siyasî yên Erdogan li nav civaka Tirk a li Holandayê bi rêya komeleyên Tirk belav dibe. Di raporê de dihat gotin, rêxistinên selefî yên Tirk bi  komele û rêxistinên Tirkan li Holandayê têkiliên xurt datînin, nexasim bi rêxistinên ciwanan re. Ev ciwan jî li aliyê xwe têkiliyên bi selefiyên din ra datînin û nexasim li ser medya civakî peyamên dijberê welatên rojava belav dikin. 

Têkiliyên bi Heyet Tehrîr al- Şam ên dewleta Tirk û meydana ku ew ji vê komê û yên din ên tundraw re vedike bi ya vê raporê ji bo tehkîmkirina desthilata Erdogan bi xwe bûne.

Eskerê xwe nade kuştin çeteyan dide kuştin

Nivîskarê kitêba "MIT – Le service secret turc (MÎT - Rêxistina Îstîxbarata Tirk)"** Constantin Pikramenos ha vê raporê bi bîr dixe û dibêje, ev têkiliyên bi hêzên tundraw re û her wiha radîkalkirina dîasporaya Tirk bi destê Rêxistina Îstîxbarat Tirk (MÎT) dibin. Ji bo teza xwe xurt bike, ew balê dibe ser nûçeyeke di çapemeniya Rojavayê Kurdistanê de. Yek ji fermandarê çeteyên Tirk ên dagirker ên li Efrînê Mihemed Ebû Emşa li gorî van nûçeyan li navçeya Efrînê Şiyê ji endamên koma xwe ya çete (Suleyman Şah) re gotibû, hin kom wê bên veguheztinî Keşmîrê. Ew her wiha bi bîr di dixe ku gelek çavkaniyên din jî piştrast dikin ku li Ezaz, Cerablus, Bab û Idlibê jî ji bo şandina Keşmîrê ya çeteyan, dewleta Tirk dixebite. Yên ku bixwazin jî wê bi dizî ji Sûriyê bên derxistin. 

Bi ya wî ev karên hanê hemû bi destê MÎT'a Tirk tên kirin. Bi vê jî Constantin Pikramenos dibêje, Erdogan ji xwe re hêzeke karîger a eskerî çêdike û kengî ev hêz êdî ji wî re ne lazim be, dikare wê biavêje çopê. Ji ber wê jî Constantin Pikramenos difikire ku sibe dusibe, dewleta Tirk wê bi xêra van çeteyan xwe li ser dika siyaseta global bi cih bike, bêyî ku kuştiyên hêzên wê yên eskerî bi xwe çêbibin. Ew birêveçûna çûna şerê Qerebaxê jî weke delîla vê teza xwe nîşan dide. 

Ji Uttrecht heta bi Keşmîrê

Bi ya wî, dewleta Tirk di qayîşkêşana bi Erebistana Siûdî re ji bo ku bibe lîderê "umeta sunî" çalakiyên îslamîs li seranserê dinyayê teşwîq dike. Di heman demê de ji bo heman armancê têkiliyên xwe yên bi Pakîstanê re xurttir dike. Constantin Pikramenos wekî din dibêje, konsolosxaneyên Tirk ji bo organîzekirina karên MÎT'ê tên bi kar anîn, çawa ku avahiya Konsolosxaneya Giştî ya Tirk a li Strasbourgê bi ya wî Navenda MÎT'ê ya li Strabourgê ye.

* Navê raporê, Stratejiya Îslamkirinê ya Erdoganî bû.
** Constantin Pikramenos hevnivîskarê kitêbê ye. Kitêb ji weşanên VA Éditions derçûye.