- Di nusxeya kevintir a bi Erebî de jî û di nusxeya bi Kurdî ya 1913’an çapkirî de jî, mijar û naverok ji baweriya Êzîdiyan, ji çavdêriyên Êzîdiyan û yên di nav wan de û ji çavdêriyên ji derve hatine girtin.
LUQMAN GULDIVÊ
Mishefa Reş û Kitêba Cilwe weke kitêbên pîroz ên Êzîdiyan tên nasîn. Di sedsalên 19 û 20’an de gellek nusxeyên destxetî yên van kitêban li Ewrûpayê derketin holê û gelek ji wan hatin çapkirin. Bêyî ku bi meseleya hebûn û nebûna kitêban dakevim, ez ê li vir behsa van nusxeyan bikim û berê xwe bidimê ka esl û neslê van nusxeyan çi ye.
Di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de hin metnên ku weke metnên dînî yên Êzîdiyan dihatin danasîn li Ewrûpayê hatin çapkirin. Ev jî weke Kitêba Cilwe û Mishefa Reş dihatin binavkirin. Ji salên 1880’yî û pê ve nusxeyên herdu kitêbkên piçûk derketin holê. Lê nusxeyên pêşî bi Erebî bûn û ne bi Kurdî. Ji ber wê jî zanyarên li ser kitêbên pîroz dixebitîn ew weke wergerên orjînalê didîtin.
Sala 1911’an bi nivîseke heta hingê pê kitêb nehatibûn dîtin, bi Kurdî jî ev metn derketin meydanê. Keşeyekî Karmenî, Anastase Marie* îdîa kir ku li ber destê wî orjînala bi Kurdî ya van metnên dînî ên Êzîdiyan heye. Ha ev metnên hanê wê bihata ber destê oriyantalîstê li Viyanayê M. Bittnerî. Wî yê bigota ev metn heqîqî û kevn in, û tevî wergereke Elmanî sala 1913’an biweşanda**. Ev kitêb bi alfabeyeke heta hingê nedihat zanîn hatibû nivîsandin; alfabe ne ya Masî Soratî bû, lê diyar bû jê feyz girtibû; û di warê xetkêşanê de nivîsa Aramî eşkere tesîra xwe dida der.
Di nava sedsala 1920’an de wê herî kêm şeş nusxeyên kitêbên pîroz ên Êzîdiyan li welatên rojava derketana meydanê. Axir piştre wê akademîsyenan derxista holê ku ev kitêbên hanê çêkirî ne û weke “kitêb” qelp in.
Layard Ewrûpî agahdar kirin
Em ê li vê meseleya qelpbûna nusxeyên kitêban vegerin, lê em pêşî li elaqeya ji bo van metnên pîroz ên dînî vegerin. A.H. Layard gava ku di nîvê sedsala 19’an de çû nav Êzîdiyan (1946), li hawîrdora wî behsa kitêbeke pîroz a Êzîdiyan dihat kirin. Lê ya ku wî karî peyda bike tenê qesîdeyeke Şex Adî ya bi Erebî bû. Lê wî bawer dikir ku ev kitêb hebin û li Başîqe-Behzanê hatibin mihafezekirin. Herçî G.B. Badger e ku beriya wî bi çend salan behsa Êzîdiyan kiribû, bawer dikir ku behsa li ser kitêbên pîroz ên Êzîdiyan çêkirî be û ti esl û rastiya wê nebe.
Bi Karl Mayî re amê jî Êzîdî nas kirin
Axir kitêba Layard, nexasim jî ji ber kolanên li Nînovayê, gelekî li welatên rojava belav bû. Yanî akademîsyenên elaqedar hemûyan êdî dizanî Êzîdî hene û bi çavdêriyên Layard jî dizanîn. Ev pêzanîn jî elaqeyeke zêdebûyî çêdike. Bi wî rengî ku nivîskarê Elman Karl May ji bo romana xwe terîf û behskirinên Layard bi kar anîn di romana xwe ya bi navê Durchs Wilde Kurdistan (di Kurdistana Asê re; 1881 û 1882’yan hat weşandin) de bi cih kirin. Bi vî rengî elaqeya zanistî bi carekê bû amî jî. Gelekî muhtemel e ku mîsyonerên Xirîstiyan li Kurdistanê gelekî li kitêbên pîroz ên Êzîdiyan pirsîbin; du sedemên sereke hene: yek jê ev elaqeya amî, ya din jî îhtîmal e berê xirîstiyanbûna Êzîdiyan.
Ticarê kitêban û destxetên Êzîdiyan
Ha li vir em berê xwe bidin kesê ku nusxeyên kitêbên pîroz peyda kirine. Navê wî Jeramias Shamir e. Ew ticarekî Xirîstiyan ê kitêbên kevnar e; Kildaniyekî ji Kurdistanê ye. Herçî versiyona bi Kurdî ye, yê ku wê berdest dike jî Xirîstiyan e; lê ew qulibiye Xirîstiyaniyê. Axir di nusxeya kevintir a bi Erebî de jî û di nusxeya bi Kurdî ya 1913’an çapkirî de jî, mijar û naverok ji baweriya Êzîdiyan, ji çavdêriyên Êzîdiyan û yên di nav wan de û ji çavdêriyên ji derve hatine girtin. Yanî ew bi temamî ne çêkirî ne.
Tişta çêkirî kitêbên nivîsandî ne. Yek ji sedeman ew e ku Kurdiya metna bi Kurdî li nava Êzîdiyan hîç nayê bikaranîn; a diduyê jî Jeramias Shamir weke ticarê kitêbên kevnar hay ji Ibn-Wehşiye û kitêba wî ya li ser alfabeyan hebû. Di wê kitêbê de ew behsa alfabeya Kurdan a bi navê Masî Soratî jî dike û tevî beramberê tîpên wê yê Erebî dinivîsîne. Nusxeyên vê kitêba di destpêka sedsala 10’an de nivîsandî li Kurdistanê, li Iraqê û heta li Misrê di çaxê Jeramias Shamir de peyda dibûn. Yanî Jeramias Shamir hay ji alfabeyeke xas a Kurdan hebû, lê wî belkî nekarî her 36 tîpên wê ji hev derê xe ji ber ku 7 jê nenas bûn.
Gava ku mirov lê bifikire ku ticarên kitêbên kevnar bi destxetan di sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an kîsên xwe beramberî destxetên bi rastî û yên qelp bi zêr û zîv tije kiribûn, mirov dikare bi rehetî bihizire ku Jeramias Shamir jî weke ticarê kitêbên kevnar dewlemend bibe û nusxeyên destxetan ên bi rastî û yên wî bi xwe çêkirî, firotibin. Ev jî ne dûrî aqilan e û her wiha ne dûrî aqilan e ku wî feyz ji alfabeya Masî Soratî girtibe û bi xetkêşaneke li gorî Aramî alfabeyek çêkiribe.
Kitêba Cilwe ya di van destxetan de bi Soranî ye, herçî Mishefa Reş e jî Kurmanciya wê ne ya deverên Êzîdî pê dipeyivin e. Yanî zimanê metna Kitêba Cilwe, yanî Soranî di nava Êzîdiyan de ne îro û ne jî berê nayê zanîn ku hatibe bikaranîn. Kurmanciya Mishefa Reş jî naşibe ya ti devokên Êzîdiyan, lê belê dişibe ya devera Jeramias Shamir jê ye. Lê ha ew kitêba sala 1913’an hat weşandin tevî naveroka xwe li nava civaka Êzîdî jî vegeriya. Tesîrên wê metnê û efsaneyên hebûna Mishefe Reş a li Ewrûpayê cihê nivîseke din in. Li vir me tenê xwest behsa wê dîroka peydabûna nusxeyên Kitêba Cilwe û Mishefa Reş bikin û hin tiştan ji hev derêxin da ku em efsane û bûyeran tevlîhev nekin.
* Anastase Marie: La découverte récente des deux livres sacrés des Yézîdis. Di: Anthropos. Berg 6, 1911, r. 1–39;
** M. Bittner: Die Heiligen Bücher der Jeziden oder Teufelsanbeter (Kurdisch und Arabisch). Di: Denkschriften der kaiserlichen Akademie der Wissenschaften in Wien. Berg 55, Viyana 1913.