- Rojnamevan Fatma Yehdî diyar kir ku di salên dawî de di sînemaya Mexrîbê de derbarê pirsgirêkên mafên jinan de gelek hewldanên girîng hene. Fatma got ku divê di asta mafê mirovî de zimanê sînemayê were pêşxistin.
HAMAME HARAT / NÛJINHA / MEXRÎB
Mîhrîcanên sînema yên Mexrîbê, tevî ku bi awayek erdnîgarî belav û cûr be cûr e, piştî çalakî bi dawî dibin, bandorek mayînde namîne. Ji ber vê yekê ji bo mîhrîcan her tim vegere mekanên hilberandinê, parêzvanên mefê mirovan, derhêner û rojnamevan ji bo hilberandina seneryoyan avakirina atolyeyên havînê pêşniyar dikin. Bi vî awayî pirsgirêkên jinan bi seneryoyên naverokên bihêz dinirxînin, dikarin werin hilberandin.
Sînameya Mexrîbê di mijara derketina pêşberî temaşevanan de zoriyan dijî. Fîlmên ku balê dikşînin ser pirsgirêkên civakî, hê xîtabî girseyek diyar dike, filmên bi ken dighê girseyek mezin a temaşevanan. Ev rewş derdixe holê ku divê peymanên hunerî di nava gel de hevsengiyekê ava bike.
Rojnamevan Fatma Yehdî têkildarî cihê derhênerên jin di sînemayê de pirsên me bersivand. Fatma bal kişand ser navên nifşê nû yên bi bandor ên wek Fatma Aklaz, Maryam Touzanî, Maryam Benm’barek, di heman demê de derhênerên ku bingehê sînemaya jinê ava kirine û pêşengên vê riyê Farîde Belyazid û Farîde Bourguaî ji bîr nekir.
Sînemaya Mexrîbê çiqas eleqe nîşanî mafê jinan dide?
Eleqeya derbarê pirsgirêkên jinan de her ku diçe zêde dibe. Lê belê ev hewldan hê di asta ferdî û belav de ye. Hinek derhêner û nivîskar, karên ku balê didin ser rastiya mafên jinan, civakî û aborî hildiberînin. Mînak, fîlmê Maryam Touzan a bi navê ‘Beşer’, rewşa dayîkên nezewicî bi awayek bi bandor digre dest.
Lê belê tevî çêkerên bi hêz sînemaya Mexrîbê, ji nêzîkatiyek ku pirsgirêkên jinan, mafên mirovî û kûrahiya çandî digre dest bi giştî bê par e. Gelek çêker an tenê balê dide ser xweşiya dîtbarî, yan jî seranser balê dide ser pirsgirêkan. Ev jî hêza avakirina guherîna civakê ya sînameyê lewaz dike.
Mîhrîcanên fîlman di destekkirina van pirsgirêkan de rolek çawa dilîzin?
Li Mexrîbê li gelek bajaran, mihrîcanên hem gelemperî û hem jî tematîk tên lidarxsitin. Lê belê pêşandan û nîqaş dema bi dawî dibin, bandorek şênber ava nake. Piştî mîhrîcanan mekanîzmayên şopandinê, belge û amûrên berdewam bikin kêm in.
Çalakiyên ku balê dide ser pirsgirêkên jinan ên wek ‘Mihrîcana sînema û wekheviyê’ girîng in û destekkirinê heq dikin. Lê belê çima ev çalakî nevegerin navendên her tim hildiberînin? Çima di çarçoveya mihrîcanê de ‘labaratuarek ya seneryo’ neyê avakirin? Li vê derê parêzvanên mafên mirovan, sînemavan û rojnamevan dikarin bên ba hev û têkildarî têkoşîna jinê ya mafan, seneryoyên bi hêz binvîsin. Pêwîstiya me bi xebatên wiha kolektîf heye.
Di heman demê de, dilsoziya di navbera sînemaya Mexrîbê û temaşevanan de lewaz e. Gelek fîlmên hatin hilberandin, yan tenê di mîhrîcanan de tên pêşandan, yan jî bi salonên diyar re sînordar dibin. Nagihe girseyên berfireh. Ev jî bandora sînemaya civak sînordar dike.
Li aliyê din fîlmên bi ken ku di aliyê naverok de asanin temaşevanek berfireh dibînin. Ji ber vê gelek caran amadekarên fîlman ji ber fîkarên ticarî van cûreyan tercîh dikin. Ya pêwîst ew e ku dîtina zimanek sînemayê ya herikbar ku naverokên civakî û maf pêşkêşî gel bike.
Derhênerên jin ên Mexrîbê pirsgirêkên jinan çawa dinirxînin? Kesên di vî warî de derdikevin pêş kî ne?
Di demên dawî de Fatima Aklaz kurte fîlmên mijarên hesas ên jiyanî yên jinan, bê parmayîna ji perwerdê, pirsgirêkên tenduristiyê, dinirxîne çêkir. Ev şêwaza karan, jiyana rojane ya jinan û êşên wan raste rast diçe sahê û pêdîvî bi vegotin wê dibîne. Aklaz têkiliya baweriyê bi civaka xwecihî re daniye û ev biser xistiye.
Navên wek Maryam Benbarek û Maryam Touzanî hewl dane estetîka dîtbarî û berpirsyariyên civakî têkelî hev bikin.
Di heman demê de ji pêşengan Izza Genini, bi belgeselên xwe mîrasa çanda Mexrîbê qeyd kiriye. Farîde Belyazid û Farîde Bourquia, ji derhênerên girîng ên ku bingehê sînemaye jinê ya Mexrîbê avêtiye. Sînemaya wan, hem di aliyê çandî û hem jî di aliyê civakî de kûrahî hildigire.
Hûn di nûnertiya jinê de pêşketinek dibînin?
Erê, zêdebûn û nûnertiya jinan di sînemayê de tê çavdêrkirin. Hem di aliyê mijarê de, hem jî di aliyê nûnertiya karekterên jin di sînemayê de pêşketin hene. Lê belê ev pêşketin hê şikestiye û piranî bi hewldanên şexsî re sînordar dibe.
Ji bo ev hewldan vegere herikînek bi hêz û mayînde, destekên saziyan şert e. Navenda sînemaya Mexrîbê û saziyên çandî divê destek bidin van hewldanan, da ku ev cûreyên karan di qada sînemayê de ji îstisnayê derkevin û bibe herikariya nevend.
Têkildarî pirsgirêkên jinan û sînemayê peyamên we çi ne?
Sînema ne tenê kêfxweşî ye, ji bo vegera civakê amûrek bi hêz e. Rastiyên heyî dikare lêpirsîn bike, nîqaşan ava bike û xalên kor yên civakên biteyîsîne.
Pirsgirêkên jinan, di navenda guherîna civakê de ye. Ger em behsa edalet, rûmet û wekheviyê bikin, bêyî behskirina jinên ku ev êş jiyan kirine nabe. Nûnertiya wan divê xwe bispêre ceribandinên wan ên rast.
Ger em bi rastî bixwazin civakek hê adilane ava bikin, divê em mafên jinan di navenda nivîsîna sînemayê de bicîh bikin. Lê belê ev, ne bi awayek seranser û sembolîk, kûrahî, hunerî û bi nêzîkatiyek mirovî divê bê kirin. Ne bi hestê kedxwariyê belaş, ne jî bi hêmanên qalib girtî...
Ev jî ancax bi parêzvanên mafan û avakariyê, vekirina qadên ji bo dengê jinan û bi pêkanîna xwegihand a wan ya amûrên hilberînê pêkan dibe.
Li vêderê rolek gelek girîng ya civaka sivîl heye. Fînansekirina projeyên cidî, pêkanîna qadên nîqaşê û dilsoziya civakê ya sînameyê bicihkirin e.