Mirov jê şerm dike

În 18 Tebax 2023 - 00:05

  • Aydar: Bi rastî dema mirov li wî guhdarî dike, dibêje qey ew ne Kurd e, dijmin e. Mîna ku mirov li kesê ku her tiştê xwe firotibe dijmin, guhdarî dike.

Ji rêveberên PDK’ê, endamê mekteba siyasî ya PDK´ê Elî Ewnî, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê rewa nîşan dan, zêdegavî kir û ji dewleta Tirk jî xwest rêveberên PKK'ê bike hedef. Ewnî, di daxuyaniya xwe de navê cihan hilda û xwest balefirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li van deveran jî rêveberên PKK'ê bike hedef.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ji ANF’ê re axivî û nerazîbûn nîşanî axaftina Elî Ewnî da û got, “Bi rastî dema mirov li wî guhdarî dike, ne Kurd e, dijmin e; Mîna ku mirov li kesê ku her tiştê xwe firotibe dijmin, guhdarî dike.”

Aydar di dewama axaftina xwe de got, “Dema di vê pêvajoyê de, mirov kesekî mîna vî ji rastiya xwe dûr, ji rastiya welat dûr, ewqas bang li dijmin dike û pesnê wan dide, dibîne, mirov şerm dike.”

Kê dewleta Tirk anî Başûr?

Zubeyîr Aydar ev pirs kirin: “Kê Tirkiye anî Başûrê Kurdistanê? 

Yê ku ji sala 1992’an û vir ve bi dewleta Tirk re hevkarî kir û xiyanet li Kurdan kir, pêşengî ji tankên wan re kir û êrişî hêzên azadiya Kurdistanê kir, kî bû?

Kê alîkariya wan kir da ku zêdetirî 100 baregehan li Başûrê Kurdistanê ava bikin?

Kê Başûrê Kurdistanê ji MÎT û alîgirên wê re vekir?

Îro Zap, Metîna û Avaşînê li dijî dewleta Tirk keleha kê ye? Kî rê dide, kî rê li wan vedike?”

Berpirsê her tiştî PDK ye

Aydar anî ziman ku berpirsyarê van hemûyan PDK ye ku li navenda wê Elî Ewnî heye û got, “Dewleta Tirk a dagirker di van salên dawî de baregehên xwe yên leşkerî yên ku bi dehan sal in bi erêkirina PDK’ê li Başûrê Kurdistanê hene, zêde kiriye. Di heman demê de dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê bi rengekî mînakên wê nîne, berfireh kir, ji Dihokê heta Hewlêr û Silêmaniyê bi balafirên keşfê yên bê mirov êrişên sûîqestê pêk anîn. Li Başûrê Kurdistanê ku şebekeyeke mezin a îstîxbarata Tirk jî lê hatibû avakirin, PDK’ê niha bi awayekî eşkere dest bi alîkariya dewleta Tirk kiriye ya ku nikare li herêmên gerîla bi cih bibem; ew bi çêkirina rêyan, bi rêvebirinê û bi alîkariya teknîkî û îstîxbarî vê alîkariyê dike. Daxuyaniya Ewnî îşaret bi asta hevkariya PDK û Enqereyê dike.”

Mirov şerm dike

Aydar got, "Bêyî ku şerm bike, bang li dewleta Tirk dike, dibêje ‘em cih û fermandar bidin we, berpirsyaran bikujin. Dibêje [Tirkiyeyê] hûn zarokên feqîr ên hatine xapandin gulebaran dikin, kî hatiye xapandin? Her kesê ku di vê tevgerê de cih digire, bi rûmet, fedekar e. Her kes dizane çima milîtanên vê tevgerê tevlî vê tevgerê bûn, çawa Kurdistan parastin û bi taybetî jî di şerê 40 salên dawî de.”

Aydar bal bire ser wê yekê ku daxuyaniya Ewnî bi 39’emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê re hevdem e û got, “Dema ku mirov van gotinan ji Kurdekî dibihîse, mirov şerm dike.”

Gerîla wê li her deverê be

Aydar gotina Elî Ewnî ya “PKK li Şengalê çi dike” bi bîr xist û got: “Di ser qirkirina Êzîdiyan re demek dirêj derbas nebû, em hemû şahid in; Hêzên PDK’ê qaşo diparastin, bêyî ku li paş xwe binihêrin reviyan, bi DAIŞ’ê re peyman çêkirin û reviyan, kî çû Şengalê û gel rizgar kir? Heger gerîla ji çiyê daneketiba, ger YPG û YPJ’ê korîdor venekiriba, wê kê rizgar bikira? Dema ku DAIŞ’ê êriş kir, gerîla ne tenê Şengal, Hewlêr, Dihok, Kerkûk û Mexmûr jî parast. Li pişt berxwedana destanî ya li Kobanê gelên azadîxwaz ên Kurdistanê hebûn. Ji bo vê şermê veşêre, êriş dike. Çawa dikare wisa biaxive bêyî ku bibîne ka çi dike? Gerîla hêza parastina Kurdistanê ye. PKK tevgera azadiya Kurdistanê ye. Li her derê Kurdistanê heye, wê hebe. Kî çi dibêje bila bibêje, bi dijmin re di kîjan astê de hevkariyê dike bila bike, di encamê de wê tevgera azadiyê bi ser bikeve. Ew ê li pêşberî dîrok û gelan bên şermezarkirin.”

Divê vê zîhniyetê mehkûm bikin

Aydar bal bire ser gotinên Elî Ewnî û got, “Divê kesayetên wiha, ev zêhniyet li Kurdistanê bê mehkûmkirin. Ev zêhniyet feraseta dijminiyê şêlo dike û nirxên Kurdistanê pêşkêşî dijmin dike. Mîna ku xiyaneta wî bi xwe ne bes be, bang li dijmin jî dike. Dibêje, 'herin berpirsyaran, fermandaran bikujin'.

Ew tiştên ku dikin nabînin; mîna ku rêveberên PDK'ê her roj bi Erdogan, MÎT û kujeran re ne di nava hewldanan bin, mîna ku li Başûrê Kurdistanê bi wan re tevnagerin, diaxive. Axaftina bi vî rengî ya bêperwa, nayê qebûlkirin. Divê gelê me vê bibîne, divê her kes vê bibîne. Divê vê zêhniyetê bi hemû aliyan ve mehkûm bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.