Mibiciyan bi armanca protestokirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh li meydanan bûn. 

Bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirk û terora wê li Eyn Îsayê re", Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî navçeya Eyn Îsayê meşek organîze kir û bi hezaran şêniyên Minbic û gundewarên wê beşdar bûn.

Piştî meşê, bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Hevseroka Meclîsa Rêveber, Nezîfa Xelo got, armanca artêşa Tirk berfirehkirina dagirkeriya xwe li xaka Sûriyê ye.

Piştre seroka Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê, şaxê Minbicê Ezab Ebûd axivî û got, dewleta Tirk a dagirker rêzê ji pîvan û peymanên navneteweyî re nagire û êrişî herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike: "Dewleta Tirk êrişî herêma Eyn Îsayê dike, gefan li jiyana sivîlan dixwe û hewl dide wan bide koçberkirin, her wiha dixwaze wekî herêmên dagirkirî, demografiya van herêman jî biguherîne."

MINBIC