Minbic bi rengê jinê dixemile 

Duşem 1 Adar 2021 - 01:31

Meclîsa Jinan a Minbic û Gundewarên Wê ragihand ku wan dest bi çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kiriye. 

Meclîsê bidaxuyaniyeke ji raya giştî re, li pêşiya navenda xwe ya li Minbicê ev yek eşkere kir. Bi dehan endamên saziyên sivîl û Yekîtiya Jinên Ciwan di dema daxuyaniyê de amede bûn.
Endama meclîsê Nisrîn El-Elî daxuyanî xwend û got, “Em vê rojê bi hêvî û kêfxweşî pêşwazî dikin, her wiha em rêya têkoşînê bi vîneke mezin didomînin.
Ji wê roja ku jinên karker serî hildaye û heta îro, dîroka me bi têkoşîn, serketinên ku şoreşa jinan di tevahî aliyên jiyana civakî, leşkerî, rêveberî û siyasî de bi dest xistiye, dewlemend e. Divê em destketiyên şoreşa xwe biparêzin û rêya şehîdan bişopînin heta ku bi ser kevin.

Xebat û berxwedana me di nav her şert û mercî de dewam dike. Em roja 8'ê Adarê silav dikin û kampanya 8'ê Adarê li bajarê Minbicê û gundewarên wê bi dirûşma ´Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e´ radigihînin û bajar bi dîmen û gotinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan, dixemilînin.”

MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.