Mînaka gelê şer dike: Leyla Mûrad

Şemî 4 Gulan 2024 - 00:26

NÛJIYAN ADAR / ANF / HELEB

Leyla Mûrad ji navçeya Bilbilê ya Efrînê li Helebê ji dayik bû û mezin bû. Leyla Mûrad ku dayika 3 zarokan e, kurê wê Cûdî Amanos li Berxwedana Serdemê di 16'ê Sibata 2018'an de şehîd bû. Birayekî Leyla Mûrad şehîd bû, sê birayên wê jî tevlî nava refên PKK'ê bûn. Leyla Mûrad ji ANF'ê re axivî û got:"Di sala 2012'an de şer gihîşt ber deriyê Şêxmeqsûdê. Hevjînê min, min û sê zarokên min me dest ji xaka xwe berneda. Tecrûbeya me ya destpêkê bû, ezmûneke giran bû. Amûrên lojîstîk û tibî tine bûn. Em hatibûn dorpêçkirin. Kurd, Ereb piştevaniya me xurt bû. Ji 7 heta 70 salî em ji bo zarokên xwe yên li eniyê seferber bûbûn. Zarok, jin, extiyar ji bo pêwîstiyên xwarinê tedarik bikin di nava liv û tevgerê de bûn."

Dayîktî parastina xakê ye

Leyla Mûrad ragihand ku hevser, kurê wê Cûdî û bi xwe li refên herî pêş bûn û got:"Li taxa me hêza xweparastinê hatibû avakirin. Ji bilî me kes tine bû. Hemû cîranên me, zarokên me, hevalên me bûn. Em li taxeke biçûk asê mabûn û me bi hev re li ber xwe dan. Şehadeta Gulê Selmo gelekî bandor li jinan kiribû. Diviyabû wêrekî û hêza jinên Kurd nas kiribûna. Min dest bi tedarikkirina pêwîstiyên lojîstîkî kir, piştre jî li refên pêş bûm şervanek. Dayika sê zarokan bûm, lê belê ji wezîfeya dayiktiyê mezintir parastina xaka xwe hebû. Zarokê min ê herî biçûk 5 salî bû. Tevî vê yekê tevlî şer bûm. Beriya birîndar bibim mehekê qet nehatibûm malê. Min zaroka xwe ya biçûk radestî cîranan kiribû. Wê demê ji lingê xwe birîndar bûm. Piştî ku birîna min hate dirûtin, çûm malê û min kurê xwe Reşîd dît. Rojekê li gel mam û piştre vegeriyam Pîno." Leyla Mûrad destnîşan kir ku ew bi berxwedanê gihîştin vê astê û got:"Me gelek mirovên bedew ji dest dan. Me zanîbû ku eger li ber xwe nedin wê xiyanet rû bide û me heta dawiyê li ber xwe dan. Li dijî êrîş û ambargoyê em hîn jî li ber xwe didin. Şêxmeqsûd û Eşrefiyê navê xwe weke keleha berxwedanê li dîrokê nivîsandin, em ê di berxwedanê de israr bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.