• Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim got, mîna êrişa li ser Kobanê êrişa dawî ya li Hesekê jî parçeyek ji pîlana mezin bû û weke li Kobanê ev pîlan jî hate têkbirin.

DÎLAN DÎLOK / ANF/QAMIŞLO

Salih Muslim bi wesîleya salvegera paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê, ji ANF’ê re axivî. 

Salih Muslim li ser sedema êrişa DAÎŞ’ê ya li dijî Kobanê wiha peyivî: “Dema ku mirov bala xwe bidin ser nexşeya wê demê, wê were dîtin ku ji rojavayê Serêkaniyê heta Efrînê herêm di destê DAÎŞ’ê de bû. Li ser sînor tenê Kobanê mabû. Ji b têkiliya van bajaran hemûyan bi hev re deynin, diviyabû Kobanê bihata xistin. Ji bilî vê yekê alternatîfeke din ji bo wan tune bû. Yên din hemû teslîm bûbûn, ji Cerablûsê heta rojavayê wê; Ezaz û Minbicê hemû di destê DAÎŞ’ê de bûn. Li aliyê başûr jî Sirrîn û Reqa di destê wan de bûn. Li rojhilat Serêkaniyê, Girê Spî di destê DAÎŞ’ê de bûn. Tenê Kobanê mabû. Ji ber vê yekê giranî dan ser Kobanê ku dagirkeriya xwe bidomînin û li ser temamiya herêmê serwer bin... Êriş di vê çarçoveyê de hate kirin. DAÎŞ wê bihata vê derê, piştre jî Tirkiye û komên din ên çete ku ava kiribû wê ji DAÎŞ’ê dewr werbigirta û bi vî rengî rêveberiya li gorî dilê xwe ava bikira. Plan ev bû. Tirkan, OSO û DAÎŞ’ê dixwestin ku bi hev re êriş bikin, Kobanê bifetisînin û teslîm bigirin.”

Ji bo Kurdan jî Kobanê bûye meseleya rûmetê

Muslim destnîşan kir ku bi berxwedaneke mezin ev plan hate têkbirin, li Kobanê ya ku Şoreşa Rojava lê dest pê kir, DAÎŞ serberjêr bû, têk çû û got, “Ji ber vê yekê Kobanê bûye sembol. Hem sembola şoreşê bû hem jî ya serketinê. Lewma di hedefa her kesî de Kobanê heye. Rejîma Sûriyeyê yekem car ji wir hate derxistin. Rûsya ji ber ku piştgiriyê dide rejîmê vê bi kar tîne. Tirkiye jî ji bîr nake ku planên wê li vê derê hatin têkbirin. Lewma ji bo Tirkiyeyê bûye meseleyeke rûmetê, di nava lêgerîn û hewldanên tolhildanê de ye.

Her firsendê dibêje ku wê Kobanê bi dest bixe. Ji bo Kurdan jî Kobanê bûye meseleya rûmetê. Kurdan li her derê piştgirî dan Kobanê. Yekîtiya Kurdan li Kobanê bû sembol. Ji ber vê yekê dixwazin ji holê rake û efsaneyê tune bike. Lewma heta jê tê êrişî Kobanê dike.”

Pîlanek bû ku zêdeyî 6 mehan hate amadekirin 

Salih Muslim li ser êrişa li dijî girtîgeha li Hesekê jî ev nirxandin kir: “Pîlaneke mezin bû, DAÎŞ’ê tecrûbe û piştgiriya xwe xiste dewrê.

Dema wê, roj û saeta wê jî berfireh bû. Ji ser nexşeyê diyar kiribûn ku wê kîjan saetê lê bixin, çawa lê bixin û ji ku birevin. Pîlanek bû ku zêdeyî 6 mehan hate amadekirin û hemû detayên wê hatin hesabkirin. Yên ji girtîgehê birevin wê bi ku ve bibin, kî wê wan pêşwazî bike, wê biçin malan an jî deverên din; wê çawa birevin Tirkiyeyê, çawa birevin Serêkaniyê, ev hemû hatibûn plankirin.

Hewldan vê yekê pêk bînin, lê têk çûn. Çawa ku li Kobanê pêşveçûna Kobanê hate şikandin, li Hesekê jî metotên wan ên duyemîn hate şikandin. Hem ji bo DAÎŞ’ê hem jî ji bo piştevanên DAÎŞ’ê bû dersek. Planek ku pêwendiya xwe bi biryarên Astanayê ve hebû; parçeyek ji plana têkbirina sîstema Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bû. Berî wê ambargo danîn, li her derê deriyên sînor girtin, tevî çeteyên Tirkiyeyê ji hemû eniyan êriş kirin. Ev yek jî darbeyek bû. Plan hate pûçkirin.”

 

 

Armanc bidawîanîna dagirkeriyê ye

Rêveberiya Xweser bi boneya salvgera 7’an a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî bû:“Rizgarkirina Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de, destpêka tunebûna DAIŞ’ê bû. Piştî wê, gelek serkeftin pêk hatin û berxwedana Kobanê bû destan. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev destan ji xwe re kir bingeh û parastina herêmên xwe kir heta ku di 23’yê Adara 2019’an de tunekirina DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî ve, hat ragihandin.

Bi boneya salvegera 7’an a rizgarkirina Kobanê û ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, em şehîdên xwe bi bîr tînin. Her wiha destnîşan dikin ku dewleta Tirk a faşîst ku destekê dide terorê, ne tenê li ser herêmên me lê belê li ser gelan bi giştî xetere ye.

Serkeftina Kobanê ji bo cîhanê û mirovahiyê bû mîrasek û projeya dagirkirinê ya dewleta Tirk asteng kir ku desteka DAIŞ’ê kiribû bingeha wê projeyê. Her wiha Kobanê û berxwedana wê bala cîhanê bi giştî kişand ser xwe û cîhanê rastiya parastina li wir nas kir.

Berdewamkirina piştgiriya dewleta Tirk bi terorê re, li ser destkeftiyên li hember DAIŞ`ê hatine bidestxistin, xetere ye. Ji bo ku ev xetere bi dawî bibe, divê helwestên diyar li hember dewleta Tirk û sûcên wê werin nîşandan. Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, morala şaneyên DAIŞ`ê bilind kir.

Girîngiya rizgarkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê paralelî girîngiya rizgarkirina Efrînê ye ku bû destpêka bidawîbûna terorê. 
Em bang li gelê xwe dikin ku şopdarên xeta berxwedanê ya li Kobanê, Efrîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin. Ji ber ku ev mîrasa dîrokî, rêya ber bi serkeftinê û civaka demokratîk û pêkanîna îstiqrarê li Sûriyê ye.”

QAMIŞLO