Milkên xelkê talan dikin
Pêncşem 30 Adar 2023 - 16:27
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku dewleta Tirk ew bi qeyûm dagir kiriye, di 4’ê Nîsanê de wê 10 parsêlên milk ên Şaredariya Bajarê Mezin a li navçeya Artemêtê bi îhaleyê bifiroşe. Tevahiya nirxê van parsêlên li Taxa Yenî Camî ya Artemêtê 100 milyon û 160 hezar û 571 lîre ye. Ev parsêlên buhayê wan ji 100 milyonî zêdetir, li herêma peravê ya Artemêtê ye. Ew di meseleya avahîlêkirinê de randeke nû ye.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Mustafa Avci, diyar kir ku ev firotin beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê bi lez û bez pêk hat û polîtîkaya îhaleyê ya qeyûm ji ANF'ê re nirxand.
Berî hilbijartinê lezandin
Avci destnîşan kir ku qeyûm di heman demê de mekanîzmayeke talanê ye û got, “Jixwe pênaseya me ji bo qeyûm, talanker e. Çavkaniyên herêmî yên rêveberiyên herêmî tên talankirin. Ya duyemîn jî, di dema pêş de hilbijartina 14 'ê Gulanê heye û xuya ye, vê yekê ew tirsandine. Çi di destan de heye, hewl didin talan bikin. Hesabê wê yekê dikin, ka çiqasî dikarin alîgirên xwe bi rantê têr bikin. Sedema ku hikûmeta navendî bi taybetî qeyûman tayîn dike, ew e ku dixwaze rêveberiyên herêmî weke şaxên xwe bibîne û bixebite. Li Artemêtê bi taybetî qerax tê talankirin. Esas, qanûnên parastinê hene, lê qanûn jî tên binpêkirin. Bi rastî jî qanûnên li Tirkiyeyê di bin lingan de ne.”
Li Amedê jî milkê şaredariyê tê firotin
Di destpêka hefteya bihurî de derbarê firotina li Amedê de daxuyanî hat dayîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep a Kesk û hevşaredar û endamên meclîsên Amedê yên ji wezîfeyê hatine dûrxistin, têkildarî firotina milken şaredariyê bi destê qeyûman, daxuyanî dan. Di daxuyaniya li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Peyasê de hat gotin, qeyûm beriya hilbijartinê 112 dekar zevî bi 884 milyon lîreyî firotine.
NAVENDA NÛÇEYAN