Li navçeya Cirînê ya li rojavayê Girê Spî, ji bo xwedîlêderketina berxwedana QSD’ê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dide, meşek hate lidarxistin.
Li navçeya Cirînê ya li rojavayê Girê Spî ji bo xwedîlêderketina berxwedana QSD’ê bi sedan kes ji gundekî ber bi gundekî din ve meşiyan.
Êrişên dewleta Tirk û ya çeteyên wê bi vê meşê hate protestokirin û bêdengiya civaka navneteweyî jî hate şermezarkirin.
Piştî meşê mîtîngek hate kirin. Hevseroka PYD’ê Bêrîvan Îsmaîl di mîtîngê de axivî û got, “Li hemberî êrişên li ser Eyn Îsayê em bang li hikûmeta Rûsyayê ya garantor dikin da ku bila êrîş were bidawîkirin.”
Hevserokê Meclîsa Cirînê Mahmûd Mûstafa jî bal kişand ser berxwedana QSD’ê û bang li gel kir ku bila xwedî li QSD’ê derkevin.
ANF / GIRÊ SPÎ