Mijdar meha çalakiyan e

Nûçeyên Dîaspora

În 25 Tebax 2023 - 16:08

Mijdara li pêşiya me, qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê wê 30 salên xwe temam bike.  26´ê Mijdara 1993´yan hikûmeta hingê ya federal a Elmanyayê qedexe danîbû ser xebatên PKK´ê li Elmanyayê. Înîsiyatîfa “Qedexekirina PKK´ê betal bikin!” dibêje, ev qedexe lawaziya demokrasiya Komara Elmanyaya Federal e û ji ber vê jî Mijdara li pêşiya me weke meha çalakiyan ragihand.

Inîsiyatîfê weke şîara çalakiyan jî ev hevok diyar kiriye: “Em dibêjin: Qedexekirina PKK´ê betal bikin - Demokrasiyê xurt bikin!”

Înîsiyatîf dibêje, qedexekirina ji 30 salan ve îşaret bi “qelsiyeke mezin a demokrasiyê” ya Elmanyayê dike û wiha behsa hin encamên qedexeyê dike: “Biserdegirtina malan, guhdarîkirin û çavdêrî, dersînorkirin û cezayên giran ên hepsê tenê îşaret bi serê çiyayê qeşayî dikin. Di her çalakiya civakî, siyasî û çandî de Kurd dikevine ber zen û gumana giştî ya qaşo ´peywendiya bi PKK´ê re´. Sedema vê biryara hikûmetê ya qedexekirina xebatên PKK´ê li elmanyayê ya 26´ê Mijdara 1993´yan e. Tesîrên wê li ser civaka Kurd gelekî mezin in.”

 

Hêza xwe dikin yek

Ew kirinên dewleta Elman weke zext û zilma siyasî bi nav dike û dibêje, “Vê siyaseta zextê ya sîstemîk hem kir ku mafên kurdan ên di destûrê de yên azadiya raman û civînê bên binpêkirin û hem jî Kurd nedîtin, ew veder kirin û cudakerî li dijî wan kirin.”

Ji ber wê jî Înîsiyarîf qedexekirina PKK´ê weke lawaziyeke mezin a demokrasiya Elmanyayê bi nav dike û vê bangê dike: “Em hêzên demokratîk û piştgir hemûyan vedixwînin ku di salvegera 30´î a qedexekirina PKK´ê de çalak bin û ji bo betalkirina qedexeyê bixebitin. Em dixwazin plansazî, çalakî û hêzên xwe di çarçoveya meha çalakiyan de vê Mijdarê bînin cem hev.”

Çalakiyên weke “Mîtîng, hevdîtinên bi komele û rêxistinên civaka sivîl re, danasîna kitêban, karê çapemeniyê û agahdarkirinê, belavkirina belavokan, materyalên din yan jî çalakiyên giştî yên afirîner” tên binavkirin û bang li xelkê tê kirin ku çalakiyên xwe bi rêya e.maila info@verbot-aufheben.org bi wan re parve bikin.

BERLIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.