Li bajarê Swîsreyê Winterthurê li qada Quartierverein Gutshick, mihrîcana zarokan hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gelek pêşbirk hatin kirin û ji bo zarokên beşdarî kursa zimanê Kurdî bûne, sertfîka hatin dayîn.
Mihrîcan ji ber baranê dereng, bi rêzgirtinê dest pê kir. Zarokan axaftina destpêkê kir. Di mihrîcanê de dema malbat bi zarokan re ketin “pêşbirka kîsik” xelkê elaqeyeke mezin nîşan da.
Hemû xebatên dezgehan jî zarokan kirin. Herî zêde jî xelkê elaqe nîşanî dezgeha boyaxkirina rû da. Malbatan ji bo kursên zimanê Kurdî ên bi pêşengiya Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê, zarokên xwe qeyd kirin. Meydana lîstikê jî qet vala nema.
Mihrîcan dê bihêztir bibe
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Îsmaîl Kaya malavahiya her kesî kir, nexasim jî ya zarokên di lidarxistina mihrîcanê de xebitîne, û got, “Em di salvegera şehîdbûna Şêx Seîd û Şehîd Zîlan de ne. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Îro salvegera Komkujiya Sêwaz-Madimakê ye. Em kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr tînin. Ev mihrîcan bi keda wan hat lidarxistin. Em bawer dikin ku salên bê, mihrîcanên bihêztir em ê li dar bixin.”
Li hemû kantonên Swîsreyê kursa ziman
Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Cemal Ozçelîk jî spasiya zarokan kir û got, “Li vir gelek zarok hene ku beşdarî kursa ziman bûne. Em ê di demên pêş de wekî Winterthurê li hemû kantonên Swîsreyê kursan vekin.”
Zarokên ku di pêşbirkan de bûn yekemîn, pirtûkên Kurdî wergirtin. Zarokên ku li Navendên Civaka Demokratîk a Kurd a Winterthur, Schaffhausen û Zurichê beşdarî kursên zîmanê Kurdî bûne, sertîfîkayên xwe wergirtin. Di mihrîcanê de ji bo zarokên ku li Kurdistanê dewleta Tirk ew şehîd kirine, şitil hatin danîn.
Hunermend Eleonora Gelawêj, Tûran Şengul û Serhedo derketin ser dikê. Zarok û malbatên wan li ber stranan govend gerandin. Mihrîcan bi stranên Serhedo bi dawî bû.
ANF/WINTHERTHUR