RÛKEN POLAT / MA / MÛŞ
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi pêşengtiya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) û Komeleya Parastina Xwezayê û Mekanê Xizir wê “Mihrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya 2’an” bê lidarxistin. Di roja yekemîn a mihrîcanê de ku wê îsal di 5, 6 û 7’ê meha Tebaxê de were lidarxistin, li Tirba Pîr Seyît Nesîmî dê panelek hebe. Panel dê li ser baweriya Elewî û Elewîtiyê bê lidarxistin û di bin 9 sernavên bingehîn de nîqaş bên meşandin. Di roja duyem a mihrîcanê de wê şano bê lîstin û li muzîkê were gudhdarkirin. Her wiha dê dengbêj jî li ser dikê bin û helbest jî werin xwendin. Mihrîcan dê di roja dawî de li Meqamê Kaniya Xizir bi lawje, dua, gulbenkan û belavkirina lokmeyan bi dawî bibe. Wê gelek siyasetmedar, aktîvîst, nivîskar, helbestvan û hunermend tev li mihrîcanê bibin. Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan ku organîzatora mihrîcanê ye, go tevlibûna gel girîng e.
Mihrîcana jin, xweza û baweriyê
Dogan, anî ziman ku di roja ewil a mihrîcanê de dê dergahên Rêya Heq bên ziyaretkirin, di roja duyemîn de panel, konser, şano û guhdariya helbestan bên kirin û di roja sêyemîn de jî di turbeyan de wê loqme bên belavkirin. Dogan, diyar kir ku mêvanên tên dê ji aliyê gel ve bên pêşwazîkirin û got: “Em ê bi gelê xwe re mêvanên xwe yên ji derve tên pêşwazî bikin û dê di wê mijarê de kêmasiyek çênebe. Dê di panelan de di qada jin û ekolojiyê de mêvanên me çêbibin. Bi taybetî me plan kir ku li ser jin, xweza û baweriyê mîhrîcanekê li dar bixin. Aktîvîte dê zêdetir di roja duyemîn de pêk bên. Şano, konser û panel dê di heman rojê de bên kirin. Em ê rojên pirr rengîn, pirr bawerî di nav xwezayê de û bi hev re derbas bikin.”
Baweriya di Rêya Heq de
Dogan, anî ziman ku baweriya Rêya Heq rêyeke û anî ziman ku rê dayik û jin e. Her wiha wê got ku bi maneya rê re cihê jinê yê di vê baweriyê de dinirxînin û anî ziman ku di mijarên xweza, jin û baweriyê de dê pêşkeşiyên girîng bên kirin û her wiha li bendê ne ku tevlibûneke jinan a zêde hebe.
Dewlet rê nade mihrîcanên wiha
Dogan, bal kişand ku mihrîcanên baweriyê ji aliyê walîtî û qeymeqamtiyê ve tên astengkirin, mînakeke vê li Xarpêtê qewimî û got: “Ji bo ku mihrîcanan asteng bikin gelek hincetan diafirînin lê di vê mijarê de ne serkeftî ne. Ji ber mihrîcana ‘bawerî û xwezayê’ ye di encama daxwazên me yên biisrar de destûrê distînin. Dema em dikin gelek zehmetiyê dikişînin lê ji bo lidarbixin tişta ji destê me tê dikin. Ev mihrîcan ji bo me gelek girîng in. Ev bawerî demekî dirêj bi bişaftin û tunehesibandinê re rû bi rû man. Îro me peywirek girtiye ser xwe ku baweriya xwe hin berbiçavtir û zindî bikin. Di vê çarçoveyê de hem ji bo danasîna ziyaretgahên me bê kirin, di civakê de wateya xizmetên ew dikin çiye xebat û serdan dê bên kirin.”
Dogan, destnîşan kir ku divê her kesên ku xwedî li bawerî, xweza, jin û çandê derdikevin tev li mihrîcanê bibin û bang li her kesî kir ku di mihrîcanê de hevkariyê bikin û xwedî li baweriyê derkevin.