Mihrîcana rengên Rojava

În 1 Îlon 2023 - 00:25

  • Komîteya Amadekar a “Mihrîcana Govendan a Şehîd Ronahî Bawer” a 6’an, haziriya festîvala govendê dike. Festîval dê di 16’ê meha Îlona 2023’yan dest pê bike. Mihrîcan hewl dide govend û folklora Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya vê mihrîcanê nîşan bide.

Mihrîcana Govendên Gelan a Şehîd Ronahî Bawer, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û belavbûna vîrusa COVID-19´ê, 3 salan betal bûbû; bi govendên xwe, hunerên xwe yên destan û çandên xwe, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha wê dîsa xwe bînin ziman û warê hunerê geş bikin.

Mihrîcan cara yekê di sala 2015'an li Herêma Cizîrê li dar ketibû. Mihrîcana 6'an li navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê li kantona Qamişlo di 16'ê Îlonê de wê li dar bikeve.

Mihrîcan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê ji bo bibîranîna şehîd Ronahî Bawer li dar dikeve, armanca wê parastina folklor û destanên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û vejandina çandên ku bi dehsalan hatibûn windakirin e. Govendên gel ên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê tên naskirin, ji ber rola wan di belgekirina girêdana wan bi xakê ve û vejandina dîrok û çanda herêmê xwedî girîngiyeke mezin in.

Komîte ji gelek pêkhateyan pêk tê

Mihrîcana Govendên Gelan a Şehîd Ronahî Bawer a 6’an, îsal bi dirûşma "Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e" li dar bikeve. Komîteya Amadekar a Mihrîcanê ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yanî Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çerkesan pêk tê. Her wiha endamên Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Çand û Hunerê Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (TEV-ÇAND) û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de cih digirin.

Tê payîn ku roja yekem a mihrîcanê saet di 15:00'an de dest pê bike û 5 ta 6 rojan bidome. Ew jî li gorî hejmara komên beşdar û bernameya mihrîcanê eê tam diyar bibe.

25 kom beşdarî mihrîcanê dibin

Endama Koordînasyona Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û endama Komîteya Amadekar a mihrîcanê Mizgîn Çolaq destnîşan kir ku îsal 5 komên jinan ên Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û zêdetirî 25 komên din ên giştî beşdar dibin.

Mizgîn Çolaq wiha axivî: "Dibe ku hejmar di rojên bê de zêde bibe, me dest bi amadekariya organîzekirinê kir. Her wiha me merc û qaîdeyên taybet jî danîn ku li gorî wan jî koman hemûyan beriya Tebaxê dest bi amadekariyê kir da ku ew ji aliyê Komîteya Amadekar ve bên nirxandin."

Şert û mercên mihrîcanê

Komîteya Amadekar diyar kiriye ku her govend divê 10 ta 15 deqîweyan dirêj be, di koma govendê de 12 ta 20 kes hebin, ji bo komên taybet (ên jin û mêran) divê 10 ta 20 kes di komê de hebin.

Mercên ji bo nirxandina hunerên komên di mihrîcanê de jî ev in: Xweşikiya cilûbergan û makyajê (deqê) li gorî folklora her herêmê, reseniya muzîkê, nûbûna senaryoyê û hevgirtin û lihevkirina komê.

Komên beşdar dê werin xelatkirin

Roja dawîn a mihrîcana îsal ne wek a salên berê ye, îsal govend nayên nirxandin, lê belê hemû komên beşdar dê bên xelatkirin û li gorî folklora her herêmekê û bi armanca sererastkirina şaşiyan ew ê bên nirxandin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.