Li Rûsyayê Festîvala Otonomiya Kurd hate lidarxistin. Hunermendên ji neteweyên cuda yên li Rûsyayê di festîvalê de hunerê xwe pêşkêş kirin.
Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurdên li Federasyona Rûsyayê li paytexta herêma Saratov a Rûsyayê Saratovtayê festîvalek li dar xist.
Festîval bi piştgiriya Wezareta Neteweyan a Rûsyayê û Wezareta Têkiliyên Civakan û Polîtîkaya Navxweyî ya Herêma Saratovê hate lidarxistin.
Di festîvala li Mala Çand û Hunerê ya Neteweyî de hunermendên ji gelek neteweyan amade bûn.
Festîval bi du qonaxan pêk hat. Qonaxa destpêkê di navbera 15'ê Îlonê û 20'ê Cotmehê de bû. Ji neteweyên cuda yên Rûsyayê gelek hunermend tevlî bûn û ji aliyê juriyekê ve hatin nirxandin. Di encamê de jî ji 6 herêmên Rûsyayê 28 hunermend hatin hilbijartin. Hunermend ji Moskov, Tambov, Saratov, Krasnodar, Stravrapol û Adigeyê beşdar bûn.
Festîval bi rengê pêşbirkê çêbû. Di encamê de jî di kategoriya zarokan a koma destpêkê de Yûnûsova Mariya ya ji navçeya Krasniî Kût a herêma Saratovê bû yekemîn, Yeva Arûtsamyan a ji heman herêmê bû duyemîn û Malayev Bûlat jî bû sêyemîn.
Di koma duyemîn de jî Îmozemtseva Vîktoriya ji Saratovê bû yekemîn, Aliyeva Azîza ji navçeya Krasniî Kût bû duyemîn û Cûrayev Abdulvafo ji herêma Tambovê bû sêyemîn.
Di beşa mezinan de jî ji bajarê Novoaleksandrovskê Kolalev Artem bû yekemîn, ji navçeya Yerşov a Saratovê Mîrzayeva Gylîzar bû duyemîn û ji herêma Tambovê jî Ûsenov Mexmet bû sêyemîn.
Festîval piştî ku serketî hatin xelatkirin, bi dawî bû.
ANF / SARATOV