Komîteya Amadekar a Mihrîcana Munzurê diyar kir ku dê Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ya 21’ê di navbera 3 û 6’ê Tebaxê de bi dirûşma “Li dijî feraseta madenvaniyê em xweza û jiyanê diparêzin” were lidarxistin. 

Komîteya Amadekar têkildarî Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê li Şaredariya Dêrsimê daxuyanî da. Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Ozkan Tacar li ser navê Komîteya Amedekar a Mihrîcanê daxuyanî da û got, “Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzûrê dê bi dirûşma ‘Li dijî feraseta madenvaniyê em xweza û jiyanê diparêzin’, were lidarxistin. Mihrîcan dê di 2’yê Tebaxê de li navçeya Qisleyê bi bibîranîna Duzgûn Baba dest pê bike. Mijara esasî ya mihrîcanê, êrişên li dijî xwezayê û têkoşîna li dijî madenvaniyê ye.”  

 

Mihrîcan dê 4 rojan bidome

Tacar, da zanîn ku ew dê di mihrîcana îsal de balê bibin ser gelek pirsgirêkan û bi hev re hewl bidin çareseriyan pêşniyaz bikin. Tacar, anî ziman ku pêşangeh û govendên herêmî dê bên nîşandan: “Dê têkildarî baweriya Elewiyan, bûyerên siyasî yên dawî, mijarên têkildarî jinê û zimanê dayikê panel û çalakiyan li dar bixin. Her wiha dê di beşên çand, huner, wêje û muzîkê de xebatên atolyeyê jî hebin. Em ê her şev konseran li dar bixin. Mihrîcan dê 4 rojan bidome û banga tevlibûnê li her kesî dikim.” 

MA/DÊRSIM