Mihrîcana Çanda Dêrsimê ya Ewrûpayê ya 13’an wê 26-27’ê Gulanê li Frankfûrtê were lidarxistin.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiyên Dêrsimê ya Demokratîk a Ewrûpayê (ADEF), Kongreya Avadaniyên Dêrsimê (DÎK), daxuyaniyek nivîskî dan. Wan got, “Mihrîcana Çanda Dêrsimê ya Ewropa ya 13’an wê 26-27’ê Gulana 2023’an li bajarê Elmanyayê Frankfurtê were lidarxistin.”
Wan bal bire ser qurbaniyên erdhejê jî û got, “Dewleta Tirk a qirker tevî vê xwesteka me ya mirovî û rewa jî, di qirkirinê de israr dike. Em bi sed hezaran canê xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku zêhniyeta desthilatdariya AKP-MHP’ê ya nîjadperest û faşîst bûye sedema mirina wan.
Em li dijî qirkirina ku dewlet bi awayek fizîkî û çandî pêk tîne, dixwazin ku bi Mihrîcana Çanda Dêrsimê ya Ewrûpayê ya 13’emîn xwedî li çand, bawerî, nasname û hebûna xwe derkevin.
Em dixwazin bi dirûşmeya ‘Li ber qirkirinên dewleta Tirk rabe, Qirkirina Dersimê nas bike’ bi gel, bawermend û beşên civakî yên li ser erdnîgariya Dêrsimê re kom bibin. Em dixwazin ku gulbang, kilam, gotin û lorînên xwe çand û baweriya xwe bidomînin.
Em dixwazin ku bi zimanê dayika xwe stranên xwe bibêjin, bi lorînên xwe êşên xwe parve bikin û bi rewşenbîr û nivîskarên xwe re ji tarîtiyê re bibin bersiv.”
NAVENDA NÛÇEYAN