Mihrîcana çand û hunera jinan hate taloqkirin

Pêncşem 27 Sibat 2025 - 00:10

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan, her sal 1 û 2’ê Adarê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Mihrîcana Wêje û Hunera Jinan li dar dixe.

Desteya Çand û Hunerê îro ragihand ku Mihrîcana Çand û Wêjeya Jinan a 10’an taloqî meha Nîsanê kiriye. Der barê mijarê de hevseroka Desteya Çand û Hunerê Firyal Çolî agahî dan.

Firyal Çolî diyar kir ku sedema taloqkirinê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker e. Firyalê destnîşan kir ku amadekariyên mîhrîcanê destpêka îsal dest pê kir û komîteyên jinên Kurd, Ereb û Suryan hatin avakirin. Firyal da zanîn ku deriyê mîhrîcanê dê li ber hemû kesên li Sûriyeyê û derveyî wê vekirî be û got di mîhrîcanê de dê pirrengiyeke fikrî û çandî hebe.

Şertên ku komîteya amadekar a mîhrîcanê ji bo beşdariyê diyar kirine ev in:

Divê temenê beşdaran ne kêmî 18 saliyê be. Berhemên bi zimanên kurdî, erebî û suryanî tên qebûlkirin. Nabe berhem berê hatibin weşandin an wergerandin.

Şertên beşdariya hunera şêwekariyê: Divê temenê beşdaran ne kêmî 18 saliyê be. Herî kêm 2 tablo tên qebûlkirin. Divê berhem berê nehatibin pêşandan. Ji bo beşdariya mîhrîcanê, wêneyên kesane û CV werin şandin.

Her wiha Firyal Çolî diyar kir ku mîhrîcana 10’an dê di aliyê cih, beşdarbûn, hunerên şêwekariyê û destkariyan û bernameya giştî de cuda be. Her wiha îşaret pê kir ku dê cara yekemîn ji derveyî Sûriyeyê beşdarî hebe.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.