- Papa dipirse: Ev fresk dê kêngî bi dawî bibin? Li ser vê pirsê Michelangelo hêrs dibe û bi vî awayî li Papa vedigerîne: Ez kêngî bi dawî bikim, hingê! Helbet ev bersiva Michelangelo qet ne bi dilê Papa ye, ji lewre bi henekî dibêje: Hûn dizanin dadgehên engîzîsyonê ji bo tiştên wiha hene.
Şêwekar û peykersaz Michelangelo 450 sal beriya niha ji vê dinyayê bar kir. Yanî wî di sibata sala 1564’an wefat kir. Lê berhemên wî nehiştin ku navê wî zû bi zû were jibîrkirin û niha jî yek ji hunermendên herî girîng ên dinyayê ye. Ew yek ji hosteyên dema Ronesansa Îtalyayî ye. Gelek caran ew bi freskên xwe yên li dêran tê bibîranîn, nexasim jî freskên wî yên li “Şapela Sistine” pirr navdar in û ev freskên li wir, bûne nasnameya karên wî yên bêhempa.
Li gel ku ew di karê freskan de hosteyekî baş û jêhatî bûye jî, wî ti carî xwe weke şêwekarekî nedaye naskirin. Wî bêhtir xwe weke peykersazekî dîtiye û ji xwe peykerên ku çêkirine jî weke asta herî bilind a hostetiya peykersaziyê tên qebûlkirin. Michelangelo di saxiya xwe de gelek peykerên ji mermer ên navdar çêkirin. Wî li Romayê dest bi kar kir û paşê li Floransayê di karê peykersaziyê de bi pêş ket û afirand. Çi di warê mîtolojîk de û çi jî di warê mijarên din de, anatomiyeke nêzî rastiyê bi kar anî û mekanê ku peyker lê danî jî pirr bi serketî bi kar anî. Di nav van peykerên wî de peykerê “David” (Dawid) ku weke îkonekê tê hesibandin, yek ji wan peykerên wî yên herî şexsî ye ku bi nihêrînên serbixwe, di temenekî ciwan de çêkiriye.
Serbixwe dibêjim, lewma di wextê Michelangelo de bêhtir bi şêwaza sparîşê karên hunerî diçûn serî. Kesên ku ji hunermendan kar dixwestin jî kesên dewlemend bûn û carna jî bi biryarên Papa hin karên hunerî diçûn serî. Li ser meseleyê, dixwazim behsa serpêhatiyeke Michelangelo bikim ku ji bo helwêst û sekna hunermendan serpêhatiyeke girîng e di dîrokê de.
Her wiha ev helwêsta Michelangelo bandorê li şêwaza xebatên weke sparîş jî dike. Afirîneriya hunermend ya ku dûrî sparîşan û ferzkirinan tevdigere, îşaret bi nêzîkatiya Michalengelo dike û girîngiya serbixwebûna hunermend tîne bîra serdestan û kesên dixwazin hunermendan bi pereyên xwe bieciqînin.
‘Ez kêngî bi dawî bikim hingê!’
Rojekê dema Michelangelo bi freskên şapela “Sistine” dadikeve û li ser dîwar diresmîne, Papa Julius ê Duyem, diçe serdana wî da ku bibîne Michelangelo bi çi awayî dixebite. Ji ber ku çêkirina freskên li ser şapela “Sistine” gelek dereng bi dawî dibin. Li gorî tê gotin, qederê 4 salan vî karî dewam kiriye û kar pirr bi derengî ketiye. Dema Papa dikeve hundirê şapelê, Michelangelo li ser îskeleyê dixebite. Papa dipirse, “Ev fresk dê kêngî bi dawî bibin?” Li ser vê pirsê Michelangelo hêrs dibe û bi vî awayî li Papa vedigerîne: “Ez kêngî bi dawî bikim, hingê!” Elbet ev bersiva Michelangelo qet ne bi dilê Papa ye, ji lewre bi henekî dibêje, “Hûn dizanin dadgehên engîzîsyonê ji bo tiştên wiha hene.” Ji ber helwêsta Michelangelo nîşan dide, wî naşînin mahkemeyên engîzîsyonê lê rehetiyê jî nadinê.
40 salan dixebite lê temam nake!
Michelangelo ji bo mezelê Julius ê Duyem jî çêke tê peywirdarkirin. Michelangelo di karê peykersaziyê de pirr bi hûrgilî dixebitî û ji kesên li ber destê wî re dixebitîn jî her tim digot, divê ew bi malzemeyên piçûk bixebitin da ku hûrgiliyên peykeran xweşiktir derkevin holê û mermerê ku ji bo peyker bi kar tînin bi derbên çakûçan nederizin. Tê gotin ku ji bo mezelê Julius ê Duyem, ew 40 salan xebitiye û ti carî mezel temam nebûye! Michelangelo ji bo mezel 40 heb fîgûr sêwirandibû di serê xwe de, lê ji van 40 fîgûran wî tenê karîbû çend heban temam bike. Navê peykerên wî jî “Kole û Mehkûm” bûn. Ji vana, peykerên temambûyî “Koleyê Mirî” û “Koleyê serhildêr” in ku ew jî niha li Muzeya Louvreyê tên parastin. Wekî din jî çend peykerên nîvco hene ku ew jî parçeyên mezelê Julius ê Duyem bûn.
Fîgûr û teswîrên Michelangelo di warê anatomiyê de berhêmên şarezatiyê ne û peykerên wî xwedî pozên dînamîk ango zindî ne. Gelek ji van fîgûrên wî dixwazin azad û serbixwe bibin, ev peykerên wî yên ku temam bûne, wê hizrê bi mirovan re çêdikin. Çawa ku fîgûrên wî dixwazin peyker bişikînin û xwe ji wî qalibê heyî rizgar bikin. Ev peyker her çiqas temam nebin jî hêz û afirîneriya Michelangelo ya di warê peykersaziyê de nîşan didin û nimûneyên bêhempa ne.
Dema ‘Dawid’ teswîr dike 26 salî ye
Di nav peykerên Michelangelo de peykerê herî navdar yê “David” (Dawid) e. Gava ku ji bo vî peykerê çêke tê peywirdarkirin, ew hîna 26 salî ye. Gava peyker temam dibe, kes nikare peyker ji erdê rake, peyker 17 metreyan dirêj e, ji lewre jî li cihê xwe dimîne. Kopyayeke peyker li “Piazza della Signoria” dimîne û peykerê resen jî li “Accademia Gallery” ya Floransayê tê parastin.
Michelangelo ev peyker ji ber çîroka Dawid û Golyat ya di Încîlê de teswîr kiriye. Di peykerê Michelangelo de em dibînin ku Dawid kesekî aram û jîr e. Her wiha taybetmendiya peyker ji yên din ew e ku Dawid bi awayekî rasteqînî hatiye teswîrkirin. Dawid weke ciwanekî ku haziriya şer dike û dê demekê paşê here şer, hatiye teswîrkirin. Ev versiyona peykerê Michelangelo ji wan peykerên ku Dawid Golyat dikuje û şûn de tê teswîrkirin, cuda ye. Ji lewma jî weke nimûneyeke şarezabûnê ya di warê peykersaziyê de ku di dema ronesansê de hatiye çêkirin, tê nirxandin.
Çend peykerên din ên navdar ên Michelangelo, ev in: Bacchus, La Pieta, Moses, peykerên ji şapela Medici, Pieta Bandini û Pieta Rondanini.
NAVENDA NÛÇEYAN