Mezlûm Ebdî û Michael Corella civiyan

Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêşwazî li generalê CENTCOM’ê Michael Corella û şandeya pê re kir û li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li gel gefên dewleta Tirk, nîqaş kirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêşwazî li generalê CENTCOM’ê Michael Corella û şandeya pê re kir û li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li gel gefên dewleta Tirk, nîqaş kirin.

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Ferrmandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Generalê CENTCOM’ê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkaryê (DYE) Michael Corella di civînê de li ser operasyonên leşkerî û hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re li dijî DAIŞ’ê nîqaş kirine.

Li gorî malperê, her du aliyan li ser xeterên zêde yên li kampa Holê û girtîgehên tê de çeteyên DAIŞ’ê hene, nîqaş kiriye. Aliyan her wiha pêwîstiya zêdekirina kedên navneteweyî û herêmê ji bo çareserkirina vê dosyayê û kêmkirin xetera wê nîqaş kiriye.

Fermandar Mezlûm Ebdî di civînê de metirsiyên ewlehî yên gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bi taybetî li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û girtîgehan anîn ziman.

General Michael Corella jî eşkere kiriye ku saziyên leşkerî yên Emerîkayê li dijî êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.