Meydan bûn çeperên berxwedanê

Şemî 10 Kanûn 2022 - 03:31

  • Aktîvîst û akademîsyen Rojîn Mukriyan dibêje, yek ji karên baş ên destpêka şoreşê ew bû ku bi ser cahşan ve çû û derfet da wan ku vegerin nav refêm milet bixwe. Ew mafê bergiriya li xwe ya xelkê jî wekî mafekî rewa dibîne. 

LUQMAN GULDIVÊ

 

Aktîvîst, akademîsyen û xwendekara doktorayê li Zanîngeha Cork a Îrlandayê li Beşê Rêveberî û Siyasetê, Rojîn Mukriyan ji destpêka raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê ve bûyeran ji nêz ve dişopîne. Ew weke aktîvîst jî ji bo birêxistinkirina piştgiriya Şoreşa Jin jiyan azadî dixebite. Ew dibêje, ji ber ku gelê Kurd di warê berxwedanê de xwedî tecrûbe ye, li gorî deverên din ên Îranê, şoreş li Rojhilat çalaktir e. Li gorî wê yek ji tehlûkeyên mezin ên li dijî şoreşê, nijadperestên û lîberalên li derveyî Îranê ne, lewma ew li dijî her şêwaz xwerêveberiya demokratîk in.   

 

Halê hazir rewşa raperînê çi ye? Cihêtiya di navbera rewşa li Rojhilat û deverên din ên Îranê de çi ye?

Xwepêşandanan li goristana bajarê Seqizê, 16´ê Îlonê bi spartina xakê ya cenazeyê Jîna Amînî re li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, lê cihêtiya van xwepêşandanan ew bû ku zû xwe gihandin navçe û deverên derveyî Rojhilatê Kurdistanê ên Îranê. 20´ê Îlonê li zanîngehên Îranê, li Tehranê keçan dirûşmeya ´Jin jiyan azadî´ got. Rast e xwepêşandan belav bûn, lê Kurdistan, Rojhilatê Kurdistanê li naverasta vê raperînê bû. Kurd aşînatirî şoreşê ne. Ew dizanin ka çawa li ber xwe bidin. Di dîrokê de hatine dagirkirin û li ber xwe dane. Ji ber wê cihêtiyên wan hene ji Farsan û neteweyên din ên li Îranê. Kurdan ji ber wê bi du hokaran pêşengî ji raperînê re kir. Ya yekê, Jîna keçeke Kurd bû. Ya duyê jî bi dirûşmeya ´Jin jiyan azad´. Ev dirûşme ji Kurdistanê derketiye, encama felsefeya birêz Abdullah Ocalan e. Pê re jî tecrûbeya serhildanê ya Kurdan hebû û ji ber wê jî pêşengî li vê tevgerê kirin. Raperîn her berfereh bû, lê belê ne bi rengê li Rojhilatê Kurdistanê bû. Ji bo bibîranîna hezar û 500 kesên ku sala 2019´an li Îranê di xwepêşandanan de canê xwe ji dest dabûn, biryar hat dayîn ku 24, 25 û 26´ê Mijdarê greveke giştî bê ragihandin. Û me dît ku li seranserê Îranê, li bajarên mezin jî bersiva vê bangê hat dayîn. Dikandar û kasibkaran bersiva vê bangê da. Lê belê li Rojhilatê Kurdistanê dîsa gevekê li pêştir bû xelk. Sermeselê, xelkê li Bokanê meydan bi cih nedihiştin. Yanî meydan veguherin çeperên berxwedana xelkê. Li navçe bajar û heta li gundên Rojhilat, xelkê xwepêşandan kirin û dirûşmeya ´Jin jiyan azadî´ got. Em vê yekê, li bajarên  derveyî Rojhilatê Kurdistanê yên Îranê nabînin. 

 

Rejîm hêzeke pirr zêde li dijî bajarên Rojhilat bi kar tîne, sedema vê çi ye û helwêsta xelkê deverên mayî yên Îranê çi ye? 

Çawa ku ev tevgera em jê re tevgera şoreşgerî dibêjin, li Rojhilat bi pêş ve hat birin, bi heman rengî rejîmê hêzeke mezintir bire nava navçe û bajarên Kurdan. Hêza besîc, hêza Supayî Quds li bajarên Kurd hatin bicihkirin. Xelkê Kurd ê li bajarên weke Mehabad, Ciwanro û Kamyaran, nexasim li Mehabadê, piştî ku berxwedana li Bokan dîtin, piştgirî dan xelkê Bokanê. Dîmenên me ji Mehabadê dîtin, nîşan didin ku keç û jin li çeperên berxwedanê yên li meydanên bajêr bûn. Rejîma Îranê jî hêzeke mezin a terorîst tevî sîlehên giran birin nava navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê. Li Mehabadê rejîma Îranê teroreke mutleq a bi her şêwazî li xelkê kir. Mal bi mal geriyan, gule li xaniyên xelkê reşandin, gule berdan ciwanan. Piştî wê xelkê Ciwanro daket meydanan, û rejîmê bi rengekî dirindetir êrişî Ciwanro kir. Gava em li dîmenên ji Ciwanro binihêrin, em dikarin behsa komkujiyekê bikin. Em dibînin cenazeyê gelek ciwanan li erdê ne. Lê nexasim li bajarên navendî yên Îranê yên weke Tehranê bêdengiyek çêbû.

 

Yanî deverên din ên Îranê bêdeng in?

Na na, hingê bêdeng bûn. Ji 15 ta 18´ê Mijdarê li gundên Kurdistanê jî çalakî çêbûn. Li ser wê partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê biryar da ku bang bikin ji bo greveke giştî ji 24´ê Mijdarê heta 26´ê Mijdarê. Xelkê Kurd bi tevahî bersiva vê bangê da, dikan û bazar hemû girtin, xwendekar neçûn dibistan û zanîngehan. Li Îlam, Kirmaşanê jî xelk li dora dirûşmeya ´Jin jiyan azadî´ li gorî berê bêhtir hevgirtî ye. Yanî miletê Kurd ji partiyên siyasî bêhtir hev digire. Pêşengiyê jî jinên Kurd û dayikên şehîdan dikin. Lê mixabin, nexasim gelê Fars, bi giştî bajarên navendî bêdeng bûn. Rejîma Îranê jî xwest ji ber vê yekê, vê tevgera ku raperîna tevahiya gelên Îranê bû, parçe bike û bike tenê ya Rojhilatê Kurdistanê. Lewma ji bo rejîma Îranê hêsantir e Kurdan qetil bike. Bi vî awayî rejîmê dixwest raperîna li Rojhilat bitepisîne û gelên din nexasim jî Farsan çavtirsandî bike. 

Navendên weke Tehran û Şîraz bêdeng man û dibe ku sedemên vê yekê hebin. Gava em Kurd dibêjin ev şoreşa ´Jin jiyan azadî´ ye û dadikevin meydanan, sedem ew e ku Kurd hindiktir ditirsin, degeltir û şoreşgertir in, bi şoreşê rabûne. Ne ku gelên din alîgirên rejîmê ne. 

 

Gava mirov li mirovên canê xwe ji dest didin dinihêre, weke ku zilmeke zêde li ser komên marjînalkirî û hindikahiyan hebe, xuya dike…

Bêguman zilm û zexta li ser gelê bindest, nexasim li ser Belucistan û Kurdistanê gelekî zêde ye. Serjimara Beluciyan li Îranê ji sedî 3 ye, serjimara Kurdan jî ji sedî deh e. Lê belê bêhtirî ji sedî 50´ê şehîdên şoreşê ji Belucistan û Kurdistanê ne. Ez dibêjin, gava exlaq û rewişt ji nava civakê rabû, hingê maf û erka her gelî ye ku xwe biparêze. Dibe ku gelek kes red bikin. Lê ez dixwazin ji xwezayê behsa nimûneya birêz Abdullah Ocalan bikim, ew teoriya gulê rave dike. Gula ewçend nazik û bedew, gava mirov bixwaze wê ji dara wê bike, bi direhên xwe be jî xwe diparêze. Ev teoriya gulê, ji bo gelan jî lê ye. Ev hêza bergiriya xwe ye, hêzeke sirûştî ye, mafekî rewa ye. Bi raya min heger rejîm destê xwe wiha bavêje komkujiyan, hingê mafê gel e ku xwe bi xwe biparêze li dijî van êrişan. Ez alîgirî vê yekê me.

 

Tesîra hizbên siyasî yên Kurd li ser şoreşê heye?

Tesîra partiyên siyasî yên Kurd li ser şoreşa “Jin jiyan azadî” heye, nexasim jî ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK); em her wiha tesîra Şoreşa Rojava jî li ser vê tevgera şoreşê ya li Rojhilatê Kurdistanê dibînin. 

Vê carê, xweşbextane, partiyên siyasî yên Rojihatê Kurdistanê hewl didin bereyeke yekhelwestiyê ava bikin. Ew kar dikin da ku bereyeke hevbeş damezirînin ji bo ku bibin deng û hêza gelê ku heta vê kêliyê jî li meydanan li ber xwe dide. Yekîtiya gel bi xwe ji helwêsta partiyan gelekî li pêştir e. Xelk hev digire. Temamê bajarên Rojhilat yekdeng in. Di heman demê de partiyên siyasî yên Rojhilatî hewl didin bereyeke hevbeş damezirînin. 

 

Hêzên paramilîter ên rejîmê di êrişên li dijî gel de bi roleke çawa radibin?

Bextewerana yek ji taktîkên vê şoreşê ew bû ku serê pêşî xelkê êriş bire ser van cahşan. Em dikarin bibêjin, ji wan re gotin, hîna wexta wan heye ku werin li cem gel cihê xwe bigirin. Di dîmenên belavbûyî de em dibînin ku hinek ji wan besîcan, cahşan, xwefiroşan, tên cem xelkê û doza lêborînê dikin. Ji xelkê re dibêjin, ew mecbûr bûne vî karî bikin. Ev bi xwe jî gelekî giring e. 

Lê belê di heman demê de em dibînin ku Reisî, serokkomarê Îranê 1´ê Çile çû serdana Sine. Em dibînin ku ku cahş û kesên ku diçin cem Reîsî, pê re rûdinin û dest didinê, hê jî hene. Ev cahş îro baskekî giring ên vê dagirkeriyê ne.

 

Tehlûkeyên li dijî şoreşê bi ya te çi ne?

Gava ez behsa tehlûkeya li ser vê şoreşê dikim, ev tehlûke ji nava Îranê bêhtir ji derveyî Îranê ye. Tevahiya gel û rêxistinên Îranê yên di xwepêşandanan de dirûşmeya ´Jin jiyan azadî” weke sîwanekê dibînin. Yanî gava em bi dîroka vê sloganê zanibin, em dizanin ku felsefeya wê ji bo siberojê mirovan ber bi sîstemeke xwerêveberiya demokratîk ve dibe. Yanî du armancên vê tevgerê hene; ya yekê jinavbirina rejîma heyî ye, ya diduyê jî dirustkirina xwerêveberiyeke demokratîk e. Ev li nava Îranê wiha ye. Lê mixabin li derveyî Îranê muxalefeteke me ya yekgirtî li dijî rejîmê nîne. Sermeselê, rastgir û nijadperestên Îranê yên ku vegera desthilata binemala Pehlewî dixwazin hene, ew bêguman li dijî her awayê sîstemeke xwerêveberiya demokratîk in. Hin lijneyên din jî hene yên weke jinên lîberal, ew jî doza sîstemeke lîberalîzmeke femînîst dikin. Bi her halî, ez ji derve ve tehlûkeyekê dibînim ji bo dema piştî ji holê rakirina rejîma heyî ya li Îranê.

 

Di warê piştgiriya Şoreşa Jin jiyan azadî de mirov dikare li derveyî Îranê çi bike?

Ez bang li her kesî dikim, beramber rewşa niha li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê bêdeng nemînin. Bi nivîsekê, bi twîtekê be jî dengê xwe bikin. Her helwêst dikare tesîra xwe hebe. Em piştgiriya vê şoreşê bikin ku şoreşeke li meydanan e. Gel pêşengiya wê dike. Li bin dirûşma ´Jin jiyan azadî´ bi rê ve diçe. Yanî şoreşa jinê ye. Yanî dibêje, heta jin azad nebe, civak azad nabe. Em pişta vê şoreşê bigirin, lewma heger ev şoreş bi ser keve, dikare li parçeyên din ên Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Nanîn jî belav bibe. 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.