Mexmûrê Şehîd Helmet ji bîr nekir

Çarşem 6 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) hat bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) hat bîranîn.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya Komalên Civaka Kurdistanê (KCK) Şehîd Helmet (Diyar Xerîb), di salvegrea 3’yan a şehadeta xwe de li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Di bibîranînê de gelek kes ji xelkê wargehê amade bûn.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Helmet hatibû amadekirin, hat nîşandan.

Merasîma bibîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê, bi gotina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.