Mexmûrê berê xwe da şehîdan

Duşem 17 Hezîran 2024 - 01:25

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Qurbanê bi pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan li Saziya kombûn ji wir bi meşekê berê xwe dan ser goristanê.

Piştî girse gihişt ser goristanê mûm hatin pêxistin û deqeyek rêz ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hate girtin. Piştre li ser navê malbatên şehîdan yên wargehê Mehmûd Zêwkî axivî. Mehmûd Zêwkî Cejna Qurbanê li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, şehîdên şoreşê û gelê azadîxwaz pîroz kir û  got:“Em bi bîr û bawerîne ku emê bi saya şehîdên xwe yên ku em niha li ser gorên wanin, em ê azadiyê li Kurdistanê bibînin. Baweriya me xurt e ku emê cejneke din bi Rêber Apo û şervanên azadiyê re li ser Sûrên Amedê pîroz bikin.” Girseya gel bi bilind kirina dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Destê xwe bidin hev

Xelkê Wargehê pişt nimêja Cejna Qurbanê ya siharê careke din berê xwe dan Goristana Şehîd Nûjîn a wargehê û destpêkê cejna şehîd û xizmên xwe pîrozkirin. Piştre şêniyan berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan. Beriya ku axaftin werin kirin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgitinê Mele Elî Spêrtî axivî û got:“Em ji beriya her tiştî ji ber ku nirxên me yên herî pîroz û birûmet şehîdên me ne, em jî wek malbatên şehîdan, wek gelê penaber bi şehîdên xwe dest bi cejnê dikin. Cejin rojên aştiyê ne, rojên xwişk û biratiyê ne, rojên li hevhatinê ne, divê em di van cejnan de bibin yek. Bi boneya vê cejnê em weke malbatên şehîdan, wek wargeha Şehîd Rustem Cûdî û Komîteya Ol û Baweriyan a Kurdistanî bang li hemû rêxistin û partiyên Kurdistanî dikin bi boneya vê cejna pîroz destê xwe bidin hev, kîn û nefreta xwe şûnde bihêlin. Li ser bingehê yekîtiya netewî em bang li hemûyan dikin bibin yek. Bi hêviya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dûa ji Xudayê xwe dikin, her wiha hêvî ji gelê xwedî wijdan dikin jî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe.” Piştî axaftina Mele Elî Spêrtî, xelkê wargehê cejna hev pîroz kirin.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.