Mexmûr amadetir e

În 14 Çile 2022 - 20:15

  • Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê, 7 rojan kongreya xwe ya 2´yê li dar xist, hevserokên xwe yên nû, û meclîsa ji 120 kesan hilbijart. Meclîsê sond xwar û di encamnameya xwe de jî got, wê bernameyên xwe amadekirine ji bo çareseriyên guncaw ên ji bo pirsgirêkên xelkê wargehê.

Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya 2´yan, piştî heft rojan pêr êvarê bi dawî bû. Di kongreyê de peyama, “Heta statuya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin” hat dayîn.

Kongreyê di 7’ê Çileyê 2022’an de dest pê kiribû, pêr êvarê bi dawî bû. Kongre di kesayeta Şehîd Sara, Sînanê Sor, Anter Dersim, Amara Şerîf û Şîlan Goyî de diyarî hemû şehîdên berxwedana Bazên Zagros û Cenga Xabûrê hat kirin.

Di kongrê de Filîz Budak û Yusuf Kara ji bo hevsrokatiya Meclîsa Gel a nû hatin hilbijartin, Rûheyv Guvercîn û Neşat Kara jî bûn hevserokên Dîwana Meclîsê. Her wiha hevberdevk û rêveberên pêkhateyên meclîsê û hevserokên giştî û yên dîwana meclîsa nû ku bi giştî 120 kes bûn, di dawiya kongreyê de ji bo pêkanîna xebat û biryarên dema nû ya meclîsê, sond xwarin.

Piştî sond xwarinê, hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara axaftina dawiyê kir. Yusuf Kara bal bire ser girîngiya nirxandin û nihêrînên ji bo pêşeroja gelê wargehê yên di kongrê de û got: “Em ê li ser perspektîfên ku me ji Rêbertî û hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê girt, tevbigerin, em ê hêz bigrin û bikin enerjî. Em ê tevî meclîsa xwe ya ku niha li pêşberî we sond xwar, kar û xebateke serketî bikin.” 

Encamnameya Kongreya Meclîsa Gel

Piştî hilbijartinan, encamnameya kongreyê ji aliyê Hevserokê berê yê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî kaçan ve hate xwendin. Xisûsên sereke yên di encamnameyê de ev in:

* Di çarçoveya nasnameya gelê wargehê de li beramberî plan û lîstokên dewleta Tirk û hevalbendên wê, erk û berpirsyariyên demê, xwedîderketina li nirxên bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin, bipêşxistin û bipêşvebirina Komîn û Meclîsan, ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî rol û mîsyona gelê wargehê nîqaş û nirxandinên sereke yên kongreyê bûn.

* Proje û bernameyên pêwîst hatin bipêşxistin ji bo ku di tevahiya xebatên civakî, aborî, ekolojîk, jin, ciwan, hunerî, dîplomasî, perwerde, tendûristî û wekî din de aliyên kêm, aliyên lawaz û nebes werin temam kirin, û ji bo ku ji pirsgirêkên gelê wargehê re çareseriyên gûncaw werin peydakirin.

* Ji bo ku wargeh ji hewcedariya derve rizgar bibe, pîlanên belavkirina wargehê yên Dewleta Tirk û PDK werin pûçkirin, herwiha çav li vê girtina Neteweyên Yekbûyî û piştgiriya dewleta Iraqê bê teşhîrkirin, bi biryardarî çalakiyên demokratîk, hewldanên dîplomatîk, çi herêmî û çi navnetewî wê bên kirin.

* Beşdar û delegeyên kongreyê bi yekrêzî û bi vîna “em penaberên ji bakurê Kurdistanê penaberên siyasî ne, jibo jiyanek bi rûmet em ketine meşa azadiyê ya dirêj, heya statuya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bibe, têkoşîna xwe em ê bidomînin”, helwêsta xwe diyar kirin.

* Kongreya 2. a Meclîsa Gel, hevpeymana xwe ya civakî di ber çavan re derbas kir, pêşnûme biryarên bingehîn erêkirin, bi diyarkirina hevserokên Rêveberiya Meclîsa Gel, hevserokên Dîwana Meclîsa Gel, li gorî beşan hilbijartina desteyên pêwîst, herwiha bi sondxwarina Meclîsa Gel a Demokratîk a nû, bi dawî bû .

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.